Cîgira Rêveberê Rêxistina Efûya Navnetewî ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Diana Eltahawy ragihand: “Paşguhkirina hovane ya jiyana mirovan a ji aliyê rayedarên Îranî, girtîgehên Îranê ji bo girtiyên nexweş ku nexweşiyên wan dikare bêne dermankirin lê bi awayekî trajîk kujer bûne, veguherandiye odeyên mirinê.”

Eltahawy her wiha diyar kir: “Mirinên girtiyan ji ber redkirina bi qestî ji xizmetên tenduristiyê ku li gorî hiqûqên navnetewî binpêkirineke cidî yê mafên mirovan e, bêpar hiştina bi rengekî kêyfî ji jiyanê ye.”

Rêxistina Efûya Navneteweyî bertek nîşan da ku israra di van pêkanînan de “înfaza derveyî hiqûqê ye ku li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e.”

Rapora ku ji aliyê rêxistinê ve hatiye amadekirin, sedemên mirina 92 mêr û 4 jin di girtîgehan de ku ji Çileya 2020’an û vir ve li 30 girtîgehên li 18 parêzgehên welat qewimîne, tên lêkolînkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwe dispêre dîtinên domdar ên redkirina bi qestî ya demdirêj a lênihêrîna têr di girtîgehên Îranê de, û raporên komên serbixwe yên mafên mirovan.

Rêxistina Efûya Navnetewî bi bîr xist ku 96 dozên hatine lêkolînkirin nîşan didin ku hejmara girtiyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest danî gelek zêdetir e, rêxistinê diyar kir ku “Li Îranê binpêkirinên mafên mirovan bi giştî ji ber tirsa bersivdayinê nayên ragihandin” û ev “tirsekî mafdar e”.

Rêxistinê her wiha tespît kir ku rayedarên girtîgehê gelek caran rê nedane girtiyan ku di dema girtîbûna wan de, xwe gihandina xizmetên tenduristiyê yên têrker jî di nav de, testên kontrolkirina tenduristiyê, muayeneyên bijîjkî yên birêkûpêk û lênihêrîna piştî emeliyatê. Hat diyarkirin ku ev pêkanîn bûne sedema mirina pêşwext an jî di mirina pêşwext a girtiyan de xwedî bandor bûne.

Li gorî raporê, 64 kes ji 96 girtiyên ku dosyeyên wan ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî lêkolîn kiriye li girtîgehê mirine. Gelek kes di hucreyên xwe de mirin, ango di saetên xwe yên dawîn de tedbîrên bijîjkî yên herî bingehîn jî negirtin. Hin kes di nexweşxaneyên ku derfetên wan kêm bûn de mirin. Herî kêm di şeş rewşan de, girtiyên bi nexweşiya giran di hucreyên yek kesî de, odeyên dîsîplînê an jî tecrîdê de hatin ragirtin; çar ji wan bi tena serê xwe di girtîgehê de mirin, her duyên din jî destûr dan ku bibin nexweşxaneyê, lê êdî pir dereng bibû.

Di raporê de bal hat kişandin li ser daxuyaniyên ku “Krîza bêcezakirinê ya sîstematîk a li Îranê cesaretê dide rayedarên girtîgehê yên ku bi israr lênihêrîna tenduristiyê pêşkêşî girtiyan nekin.”

Hat diyarkirin ku ji kesên hatine destgîrkirin 20 kes bi hincetên siyasî hatine destgîrkirin.

Diana Eltahawy eşkere kir: “Di Îranê de heya ku lêkolînên guncaw, hûr, zelal, bêalî û serbixwe ji bo diyarkirina rewşa mirina di girtîgehan de û destnîşankirina berpirsyariya kesên ku di mirina girtiyan de cih digirin safî nebe, wê gera xeyaleta mirinê ya li ser girtiyên nexweş bidome.”