Midûre Herêmî yê Wezareta Tendirustiyê Huseyîn Riyad ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li wîlayeta Zî Karê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û rewşa nexweşekî jî giran e.

Rayedaran diyarkirin kesên nexweş ketine hemû jî di sektora xwedîkirina heywanan de dixebitin. Hate diyarkirin herî dawîn di serê sala 2022’an de kesek ji ber vê nexweşiyê miriye. 

Li wîlayeta Zî Kar a li başûrê Iraqê çêlek, mîh, bizin û gamêş tên xewedîkirin. Tê diyarkirin nexweşiya bi xwînî ya Kirim-Kongoyê li van deran potansiyela wê zêde heye.

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanê yan ji ber qijnikan an jî ji ber heywanên nexweş ev nexweşî li mirovan peyda dibe.

Kesên bi vê nexweşiyê dikevin ji sedî 10 heta ji sedî 40 jiyana xwe ji dest didin. Huseyîn Riyad diyar kir piştî çend salan dîsa nexweşiya Kirim-Kongoyê li Iraqê peyda bûye. Riyad diyar kir ew nizanin çend heywan bi vê nexweşiyê ketine.

Serokê Daîreya Beytariyê ya Wezareta Çandiniyê ya Iraqê Tamer Habîb Hamza jî ji AFP’ê re diyar kir dema ew nexweşiyê tespît dikin, ji bo tunekirina qijnikên dermanê kêzikan bi kar tînin.

Ev nexweşî li Efrîka, Asya, Rojhilata Navîn, Ewropaya Bakur û Balkanê tê dîtin.