Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Ayten Beçet û Zehra Saglam ên çalakiyên fedayî kirin bi bîr anî û diyar kir, “Roj ji her demê bêhtir roja berxwedanê ye.” Bi taybetî bang li jinên ciwan û ciwanan hemûyan hate kirin ku rabin serhildanê.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji her demê bêhtir gihîştiye asteke metirsîdar.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li dijî tecrîdkirina îradeya mîlyonan mirovî îro bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran girtiyên PKK-PAJK’ê li zindanan, li Ewrûpa, li Mexmûr û li Başûrê Kurdistan gelê me yê welatparêz li hember dewleta TC a faşîst û çeteyên wê li ber xwe didin. Bi çalakiyên grevên birçîbûnê re li gelek deverên cihanê gelê me û dostên wan li vê berxwedana bêhempa xwedî derketin û carek din nîşan dan ku li hemberî faşîzmê ew ti carî çonga xwe netewîne û tawîz nadin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îradeya gelê Kurd, ya gelên Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê bi vî awayî nayê bindestkirin, kes nikare îradeya gelan bi vî rengî tecrîd bike û hate gotin, “Êdî xweşbîniya me li beramberî rewşa heyî ne maye. Li dijî sîstema êşkenceyê ya rejîma AKP-MHP’ê di serî de li zindanan bi berxwedanê, li her qadê hatiye nîşandan ku em; gel amade ne bi her awayî bedel bidin.

ŞOPDARÊN MAZLÛMAN ALA BERXWEDANÊ DEWR GIRTINE Û BILINDTIR DIKIN

Kawayê Hemdem yê Hesînkar Mazlûm Dogan di salên 80’î li dijî vê faşîzmê bi ruhê berxwedanê helwesta xwe nîşan da, îro jî li zindanan ev ruh bûye jiyanî û şopdarên Mazlûm Doganan ala berxwedanê dewr girtiye û hin jî bilindtir kiriye. Di pêvajoya dawî de di vê berxwedanê de hevrê Zulkuf Gezen bi çalakiya xwe ya fedaî gihişt şahadetê. Îro jî hevrê Ayten Beçet û Zehra Saglam di vê berxwedana ku bi pêşengiya jinê destpê kiriye, wek jinên ciwan pêşengtî jê re kir û tevlî karwanên şehîdên fedaî bûn.”

ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANÊ YE

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan destnîşan kir ku êdî dem hatiye bibin dengê zindanan û diyar kir, “Di şexsê Rêbertiya me, ev zihniyeta faşîst û xwînmêj dixwaze tevahî gel bixin bin tecrîdê. Di serî de jinên ciwan, gelê me hemû pêwîste li hemberî vê bêdeng nemînin. Li berxwedanên zindanan xwedî derketin, li azadiyê xwedî derketin e û hilweşandina faşîzmê ye. Hevrê Ayten û Zehra bi çalakiyên xwe rêya me ronî kirine û bi sekna xwe nîşanî me dane ku em ê çawa jiyana azad ava bikin. Roj, roja xwedî derketina li dilên ku bedena xwe ji bo gelê xwe daye ber mirinê ye. Li beramberî vê berxwedana dirokî di serî de jinên ciwan û tevahî gelê me yê welatparêz ê bi wijdan pêwîste erka xwe ya sereke, ya daketina qadan û bi serhildanan faşîzma TC ji holê rakin binîn cih.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Roj ji her demê bêhtir roja berxwedanê ye. Roj roja serhildana li dijî barbartiya TC’ê ye. Em, bi navê Komalên Jinên Ciwan çalakiyên hevrê Ayten Beçet û Zehra Saglam silav dikin. Ji bo ji zindanan xeberên şahadetê bes bên, pêwîste gel berxwedanê xurt bike. Li ser vî esasî di destpêkê em bang li hemû jinên ciwan û ciwanên Kurdistanê dikin ku li her qada lê dimînin veguherînin qadên serhildanê û bibin pêşengê vê berxwedanê.”