Di roja 3’emîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê zêde bû. Dewleta Tirk ji bejahî û hewayî ve bombe li 10 bajaran barand. Çeteyên DAÎŞ’ê jî êriş birin ser Qamişlo û Dêra Zorê.

Di roja 3’emîn a êrişan û berxwedanê de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan êrişî re rû bi rû ma. Dewleta Tirk bi sedan carî ji bejahî û hewayî ve bombe li Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa Dêrikê barand. Çeteyên DAÎŞ’ê jî li ber restorantekê bi wesayita bombebarkirî êrişek kir.

PIŞTÎ QADÊN XIZMETÊ VÊ CARÊ JÎ ÊRIŞ LI DEVERÊN OLÎ HATIN KIRIN

Di nava rojê de çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser van qadan:

– Çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser Dêra Suryanî ya Dayika Meryem a li navçeya Tirbespiyê.

– Firina herî mezin a li bajarê Qamişloyê û parka li navenda bajêr hatin bombekirin.

– Stasyonên ava vexwarinê û elektrîkê yên li Serêkaniyê, ku li tevahiya herêma Cizîrê elektrîk û av belav dikir, hatin bombekirin. Di encama bombardûmanê de heta navenda bajarê Hesekê av li ser herêmê hate birîn.

– Stasyoneke petrolê ya li bakurrojhilatê Tirbespiyê bû hedefa dagirkeran. Di encama êrişê de welê li stasyona petrolê hat ku nema karî bê bikaranîn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Çilaxa û Tirbespiyê heta Serêkaniyê êriş birin ser sivîlan. Bi sedan sivîl di kêliya dawî de ji êrişa dagirkeran rizgar bûn.

– Sivîlên ji Reqayê berê xwe dan Girê Spî bûn hedef. Di encama êrişê de 3 sivîl şehîd bûn.

– Artêşa Tirk bombe Cerablûs, Bab û bakur û rojhilatê Babê barand. Meclîsa Leşkerî ya Babê bersiv da êrişan.

Dewleta Tirk bombe li Girê Miştenûrê yê li Kobanê barand ku baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê lê ye.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 11’ê Cotmehê ya berxwedanê eşkere kir û ragihand ku 118 çete hatine kuştin û 90 çete jî birîndar bûne.

ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YÊN GIRTÎ, ÊRIŞ JI BO XWE WEKE FIRSEND DÎTIN Û REVIYAN

Jin ên DAÎŞ’î yên li Kampa Holê ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe weke firsend dîtin, dest bi reva ji kampê kirin.

Girtîgehên Cerkîn û Navxurê yên li Qamişloyê ku li qada navneteweyî tên naskirin û çeteyên DAÎŞ’ê yên herî metirsîdar lê tênegirtin, derdora van girtîgehan ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin. Piştî bombardûmanê 5 DAÎŞ’î ji girtîgehê reviyan.

Çeteyên DAÎŞ’ê ku bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re ketin nava liv û tevgerê, li ber restoranta Omerî ya li Qamişloyê êrişeke bi wesayita bombebarkirî kirin. Di encamê de 3 sivîl hatin qetilkirin, 9 sivîl jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê ku di çarçoveya êrişên dewleta Tirk de h etin nava liv û tevgerê li Dêra Zorê êriş birin ser nexweşxaneyekê û êrişî Hevserokê Meclîsa Gel a Bajarokê El Bûsera kirin.

Li Reqa û Tebqayê li dijî hucreya DAÎŞ’ê ya ku amadekarî ji êrişan re dikir, operasyon hate kirin. Di operasyonê de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin bêbandorkirin.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞAN

Xelkê li bajar û navçeyên Silêmaniye, Hewlêr, Kelar-Germiyan, Şêladizê, Qeladizê û Sengaserê yên Başûrê Kurdistanê ji bo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bikin û ji bo xwedî li Rojava derkervin daketin qadan.

Buroya Siyasî ya Partiya Komunîst a Lubnanê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ragihand ku dewleta Tirk gefê li paşeroja Sûriyeyê dixwe û herêmê parçe dike.

Bi pêşengiya partiya muxafazakar a Hollandayê (ChristenUnie) piraniya parlamenteran ragihandin ku dem hatiye pêkanîn li dewleta Tirk bê ferzkirin.

Wezîra Karên Ewropayê ya Fransayê Amelie de Montchalin ragihand ku pêkanînên Ewropayê yên li ser dewleta Tirk li ser maseyê ne û wê hefteya bê li Konseya Ewropayê bêne nîqaşkirin.

Berdevkê Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Jens Laerke ragihand ku ew ji ber bandora operasyonên leşkerî yên dewleta Tİrk ên li ser sivîlan bi fikar in û nerazîbûn nîşanî operasyonan da.

Wezîrê Maliyeyê yê DYE’yê Steve Mnuchin got, “Trump biryarnameyeke nû îmze kir ku rayedarên DYE’yê dikare pêkanînên xurtir li Tirkiyeyê ferz bike.”

‘Heyeta Diyaloga Bilind’ a ji komên navneteweyî û Qahîre, Moskowa û Riyadê pêk dihat, diyar kirin ku ew ji ber êrişên dewleta Tİrk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in.

SIBE: Roja 4’emîn a berxwedana rûmetê: Serêkaniyê neket!