Fermandara YPJ’ê Rojda Felat destnîşan kir ku berxwedana li Reqayê di demeke kurt de derneketiye holê û hêzên wan piştî têkoşîneke mezin karîbû bajar ji çeteyan rizgar bikin û jinên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin, azad bikin.

Yek ji fermandarên hemleya rizgarkirina Reqayê Rojda Felat bi bîr xist ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêşengiyeke xurt ji hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê re kiriye û wiha got: “Jin vê rola xwe ya pêşengiyê li Dêrzaorê li hemberî çeteyan di şer de dilîzin.”

Rojda Felat destnîşan kir ku ji bo hemleya rizgarkirinê ya Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, QSD’ê û nemaze YPJ’ê amadehiyên berfireh kiribûn û armanca ji wê operasyonê ew bû ku di serî de tola jinên Êzidî yên ji Şengalê hatibûn revandin û tola hemû jinan hildin û wan azad bikin.

‘Me tola mirovên ku kiribûn kole hilda’

Fermandar Rojda Felat diyar kir ku operasyona rizgarkirina Reqayê dîrokî bû û armancên wê hemleye wiha rave kirin: “Armanca me ew bû ku em DAIŞ’ê li Reqayê ku ji xwe re wek paytext didît, bi yekcarî tune bikin. Lê belê kesên ku herî zêde bandora êrîşên DAIŞ’ê yên ji gelek aliyan ve lê dibû û rastî îşkenceyan dihatin, dihatin revandin, jin bûn. Me jî wek jinên YPJ’yî rizgarkirina wan jinan ji xwe re wek peywir dît. Ji ber ku herî baş me êşa wan jinan fêm dikir.”

‘Ne bi tenê li Reqayê, jinan li her derê pêşengî kir’

Rojda diyar kir jin bi awayekî çalak tev li hemleya rizgarkirina Reqayê bûne û wekî hemû şeran di êrîşên DAIŞ’ê de jî bandora herî giran li jinan bûye û wiha pê de çû: “Em jî tev li wê hemleyê bûn û me xwest em DAIŞ’ê ji tevahiya Bakurê Sûriyeyê derxin. Me ev berpirsyariya xwe jî bi cih anî. Belkî me hemû jinên hatin revandin ji DAIŞ’ê rizgar nekirin, ji ber ku hinek jin firotin cihên dîtir. Lê belê heta ji destê me hat me tola wan jinan hilda. Em wek jinên YPJ’yî tev li wê hemleyê bûn da ku çeteyên DAIŞ’ê ji têkbibin ku jin dikirin kole, ew dikirîn û difirotin û her cure barbarî li herêmê pêk dianîn. Ji ber ku jinên ku 5 hezar sal e têne kolekirin û careke din rabûne ser xwe, DAIŞ’ê hewl dida wan dîsa bike kole. Ne tenê li Reqayê, ji Minbicê heta Dêrazorê em bi heman rolê rabûn û vê erka xwe didomînin. Ev yek encameke yekitiya jinan a li dijî DAIŞ’ê ye.”

‘Em hêza xwe ji mîrateya şehîdên xwe hildidin’

Rojda Felat îşaret bi berxwedana jinan a li tevahiya Bakurê Sûriyeyê kir û diyar kir ku ew serkeftin a jinên berxwedêr e ku di çeperên şer de ji bo azadiya xwe li ber xwe dan û şehîd bûn. Rojda diyar kir ku hêz û morala xwe ji wan jinên şehîd hildidin û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Rojda wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin, li Reqayê me bi hêza ji şehîdên xwe û îdeolojiya xwe hilda, şer kir. Em wek jin, wek YPJ, hêz û berxwedêriya xwe ji Arîn, Barîn, Warşîn û Koçerînan hildidin û biryardariya wan a têkoşînê berdewam dikin. Li Reqayê egera serkeftina jinan ev yek e. Di berxwedana Reqayê de hindek hevrêyên me yên jin bûn sembol. Hebûn Ereb, Ozgur û Arîn Reqa di operasyona azadiyê de bûn pêşeng. Bi wê hêza ku em ji wan şehîdên xwe hildidin, em îro jî li Dêrazorê şer dikin.”

Rojda Felat berxwedana li Reqayê wek berxwedaneke dîrokî pênase kir û wiha got: “Ji bo me berpirsyariyeke mezin bû ku em wateyekê bidin vê yekê, di vê çarçoveyê de têkoşîneke xurt bimeşînin, xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin û li hemberî DAIŞ’ê bisekinin da ku nekarin jinan bikin kole. Her wiha vê yekê ji bo têkoşîna me tecrubeyeke mezin jî bi dest xwe ve anî.”

‘Jinan laşên xwe kirin mertal’

Rojda Felat wiha pê de çû: “Li Kobanê û li herêmên din jinan di aste fermandariyê de pêşengî kir. Dibe ku rola wan a di şer de têra xwe di medyayê de cihê xwe negirtibe. Em ji jinên wekî Revana û Koçerînê hêzê digirin û li ser mîrateya wan hebûna xwe didomînin ku yekê laşê xwe kir mertal û xwe di nav çeteyan de teqand û dîsa ya din jî çalakiyeke fedaî pêk anî. Em bi îrade, hêz û baweriya xwe beşdarî hemleya Reqayê bûn. Îro jî em bi heman ruhî li hemberî wan çeteyên barbar şer dikin û hewl didin jinên di destên wan de rizgar bikin.”

‘Êdî jin li hemû qadên jiyanê ne’

Rojda Felat destnîşan kir ku mecbûriyeteke jinan nîn e ku li hemberî hin kesan xwe îsbat bikin û wiha lê zêde kir: “Jixwe hêza me heye. Di wan hemleyan de hate dîtin ku jin dikarin di hemû qadan de tê bikoşin û ev yek ji hêla tevahiya cîhanê ve hate dîtin. Her kesî dît ku jin bi karên malê ve sînordar namînin. Van serkeftinan jî hişt ku jin di hemû warên jiyanê de cih bigirin. Di tesfiyekirina DAIŞ’ê de ev rola ku jin pê rabûn, ev rastî derxist holê. Her hemleya ku em tev lê bûn, em xurttir jê derkertin. Îro jî li her derê em wek jin hewl didin bi awayekî çalak bi rola xwe rabin.”

‘Hebûn, bû sembola têkoşînê ya jinên Ereb’

Fermandara YPJ’ê Rojda Felat diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi tenê jinên Kurd na, her wiha jinên Ereb û yên gelên din jî bi rolên çalak rabûne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Aliyekî girîng jî ew bû ku jinên Ereb tev li wê pêngavê bûn. Li Tebqa, Reqa û Minbicê jinên Ereb bi awayekî çalak tev li têkoşînê bûn û şehîd dan. Ev jî ji bo me jinan serkeftineke mezin û destkeftiyeke girîng e.”

ANHA