Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Pîranşar, 5 çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî binçavkirina 5 welatî û çalakvanên olî yên Kurd daxuyaniyek da û got; Di nava çend rojên borî de li bajarê Pîranşar 5 welatî û çalakvanên olî yên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine binçavkirin.

Tora Mafê Mirovan got; “Di 6’ê Gulanê de Sumeye Qadirî, ji gundê Gezgisk, Mihemed Sultanî ji gundê Xurinc, Mihemed Mûradî ji gundê Bîkosk yên girêdayî bajarê Pîranşarê bêyî ku fermana dozger ya binçavkirinê nîşanî wan bidin hatin binçavkirin.

Di heman demê de welatiyekî bi navê Husên Bayezîd jî, li mala xwe ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve hate binçavkirin.

Tora Mafê Mirovan da zanîn ku heta niha sedema binçavkirina 5 welatiyan nehatiye eşkere kirin.