29’ê Çile dewleta Îranê 4 ciwanên Kurd Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh bûn girtîbûn darvekirin.

7 rêxistinên Rêxistinên mafên mirovan ên li rojhilatê Kurdistanê ji bo protestokirina darvekirina 4 ciwanên Kurd, banga greva giştî kirin.

Rêxistinê mafê mirovan derbarê grevê de daxuyaniyek hevpar dan, darvekirina 4 ciwanan şermezar kirin û wiha got:

Ji bo gelê Kurd di bin zextê de bigirin, azadî û azadiya wan biçewisînin, serî li tundiyê didin. 4 siyasetmedarên kurd ên ciwan hatin daliqandin û cezayê 6 mehkûmên din jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Ev yek gumanên ji bo înfazên ku dê werin kirin, zêdetir kirin.

Em weke kolektîfa ji parastvanên mafên mirovan pêk tên, daxwaz ji civaka Kurdistanê dikin vê sepana derveyî mirovahiyê û li dijî mafê mirovan şermezar bikin, roja duşemê ya vê heftê vedixwînin greva giştî.

Dixwazin bivê grevê balê bikişînin ser darvekirinan û rwşa mafê mirovan a li Kurdistanê. Hemû partiyên siyasî yên li Kurdistanê, rêxistinên sivîl, saziyên mafên mirovan û hemû kesên xwedî wijdan ên cîhanê, vedixwînin piştgiriya greve û daxuyaniyê. Di têkoşîna dom dike de em ê bi hev re bibin dengê Kurdistanê.”

Li aliyê din hate zanîn dewleta Îranê cenazeyê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî nade malbatan.

Dewletê ji malbatan re gotine, li benda cenazeyên xwe nemînin û her 4 cenaze veşartine û cihê wê jî ji malbatan re nabêjin.