Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê xwest, ku hesab ji berpirsyarên êrişa 5’ê Tîrmehê ya li Xanesorê bê pirsîn, ku artêşa Iraqê di dema xwepêşandanê de gule li gel reşandibû.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, têkildarî destwerdan û êrişa artêşa Iraqê ya li xwepêşandana 5’ê Tîrmehê ya li Xanesorê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku xwepêşandan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin û ji bo xwedîderketina li tevahiya Iraqê bû.

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku li gorî qanûnên Iraqê, di çalakiyeke civakî de erka artêşê nîne ku destwerdanê bike, eger pêwîstî pê hebe hêza polîsan divê li qadê amade bin.

Lê belê ji amadekariyên beriya meşê û veguhastina hêzeke mezin a leşkerî li Xanesorê hate fêhmkirin ku wê êriş bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa Iraqê hêzeke taybet anî cihê bûyerê, dor li gel girt, zemîna alozî û tevlîheviyê ava kir. Li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, bi çekên cuda êriş bir ser gel. Di vê êrişê de endamekî ragihandinê bi guleya leşkerên Iraqê birîndar bû.”

Rêveberiyê diyar kir ku ji dîmenên di dema êrişê de hatine kişandin tê dîtin ku leşkerên Iraqê nîşanê digirin û bi zanebûn guleyan yekser li ser civakê direşînin.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku eger ev bûyer mezin nebûye û encamên giran rû neda ye, ev yek ji ber helwesta berpirsyar a gel û rêveberiya xweser e.

Rêveberiyê pirsa “Di salvegera fermanê de êrişeke wiha tê çi wateyê” li rêveberiya Bexdayê kir û ji Serokwezîr Kazimî pirsî ku wê hesabê hêzên ku gule li gel reşandine bipirse yan na?

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş bi destê artêşê ve hatibe kirin jî berpirsyariya siyasî ya Serokwezîr e û xwest, der barê bûyerê de komîsyonek bê avakirin û bi lez û bez pêvajoya lêkolîn û lêpirsînê bê destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku eger hesab ji vê bûyerê neyê xwestin, dibe ku gef û metirsiyên bi vî rengî yên li ser civaka Êzidî zêde bibin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên mafên mirovan jî kir ku li ber êrişên bi vî rengî rabin.