Endamê Polîtburoya YNK’ê Şalaw Elî Leşkerî derbarê helwesta YNK û PDK’ê ya derbarê walîtiya Kerkûkê de daxuyaniyek da.
Şalaw Elî Leşkerî da zanîn ku partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê xiyanet li gelê Kurd kirin û got,
“Eger bi lîsteyeke hevbeş têketana hilibjartinê, wê demê Kurd piranî bi dest bixistana.
Ji ber ku PDK walîyekî Kurd û YNK’î qebûl nake, walîyekî Ereb li Kerkûkê li ser kar e.
Xelkê Kerkûkê ji vê rewşê zerarê dibînin.”
Şalaw Elî Leşkerî her wiha got, YNK êdî şert û mercên PDK’ê qebûl nake.
Di hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê de Kurdan bi giştî 7 kursî bi dest xistin.
Lê ji ber ku PDK û YNK li ser namzetê Kurd ji bo parêzgariyê li hev nekirin, heta niha ti kes ji bo parêzgariya Kerkûkê nehatiye destnîşankirin.