Yek ji rêbazên çewisandinê yên desthilatdariya AKP’ê li Kurdistan û Tirkiyê tecawize.

Bi taybet piştî desthilatdariya AKP’ê bi van polîtikayên qirêj ku nikarê rê li ber têkoşîna jinan bigrê sêrî li hemû hewldanên qirêj dide.

Ji destpêka desthilatdariya AKP’ê heta niha jin li dijî serdestiya Erdogan ku dijminatiya jinan dike, têkdikoşin.

Tecawiz û tacîz bêguman çeka herî bi bandor a dewletê ye ku dixwaze li ser civakê bike.

Dewleta tirk destdirêjî û tecawizê weke rêbaza teslîmgirtin û şikandina vîna Jinê bi kar tîne.

13’ê Nîsana 2024’an li Şirnexê li taxa Dîcleyê çawişê pispor ê bi navê Zekeriya Çelîk destdirêjî du jina kir.

Lê xelkê derdorê mudaxileyî bûyerê kirin û çawişê pispor yê tacizkar derp kirin.

Çawişê pispor yê tacizkar Zekeriya Çelîk piştî buyerê hat girtin.

Îfadeyên tacîzkar Zekeriya Çelîk ê bi SEGBÎS’ê dan Dadgeha Cezayê ya Sûlh a Şirnexê hatin bidestxistin.

Zekeriya Çelîkê di parastina xwe de qet şerm nekiriyê gotiyê “Ez mirovekî rêzdar im”

Gelo çawa kesekî alkolîk û tacîzkar dibe rêzdar .

Ev kes qet pozî wî neşewîtê ku divê malbata min heye

Gelo ev malbat çawa wê vî tacizkarî qebûl bike.

Zihniyeta kujer a dewletê, ji ber kiryarên wan ê tecawizkar û kujerên jin û zarokên kurd xelat dike.

Polîs û leşkerên tecawizkar bi saya vê zihniyetê, ne tên darizandin û ne jî tên girtin.

Ji ber vê yekê jî bê şerm tevdigerin.