Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen got: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze bi hişmendiya Ixwan Mislimîn careke din Osmaniyan ji nûve bi rih bike. Çeteyên DAIŞ’ê jî ji bo vê armanca xwe bikar tîne. Erdogan dixwaze bi navên nû DAIŞ’ek fermî ava bike. Rêya yekane ya ku vê projeya tevahî cîhanê tehdîd dike asteng bike, li cem Berxwedana Rûmetê cih girtine.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ/El- Nûsra yên cîhadîst re li ser herêma Rojava didomîne, ji ajansa me re nirxand.

 Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên dagirkeriyê re planên piralî xistine dewrê û wiha got: “Dewleta Tirk di dîrokê de hertim bi tinekirina Kurdan ve mijûl e. Dagirkirina xaka Sûriyê jî parçeyek ji vê ye.”

 ‘Projeya demokratîk Tirkiyê ditirsîne’

 Hesen li bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ bi bin xist û wiha pê de çû: “Li Sûriyê DAIŞ’ek ku libinketî heye. Tirkiye armanc dike ku bi van êrîşan DAIŞ’ê ji nûve bi rih bike. Li Sûriyê projeyek xweseriya demokratîk tê jiyîn. Ev proje Tirkiyê ditirsîne. Mirov dikare sedemên dagirkeriya Tirkiyê lê zêde bike.”

 ‘Erdogan armanc dike ku Osmaniyan ji nûve bi rih bike’

 Hesen anî ziman ku Erdogan xwedî hişmendiyek faşist e û wiha axivî: “Çeteyên ku berê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin, niha careke din bi destê dewleta Tirk êrîşî herêmê dikin. Hişmendiya ku êrîşî herêmê dike xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne. Erdogan, ji bo ku Osmaniya nû ava bike çeteyan bikar tîne. Li gel vê jî Erdogan fikrê Ixwan jî diecibîne. Dixwaze hemû cîhanê fetih bike. Ji xwe êrîş jî bi Suureya Fetîhê dabû destpêkirin.

 ‘Erdogan dixwaze DAIŞ’ek fermî ava bike’

Hesen bal kişand ser bertekên li dijî êrîşan berfireh dibin û got: “Erdogan dixwaze DAIŞ’ek fermî ava bike. DAIŞ’a fermî ya ku tê avakirin, li ser hemû gelan xeteriyê çêdike. Potansiyela Erdogan a avakirina DAIŞ’ek fermî heye. Pêşîgirtina li vê xeteriyê bi piştgirîdayîna berxwedana ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide, gengaz e. Li herêmê krîzek ciddî heye. Erdogan bi kûrkirina vê krîzê hêzê dide DAIŞ’ê. Ti cudahî di navbera kiryarên ku Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û kiryarên DAIŞ’ê de nayê dîtin.”

‘Divê dewleta Tirk ji herêmê derkeve’

Hesen diyar kir ku divê qada hewayî ya Sûriyê ji balefirên dewletên biyanî re were girtin û axaftina xwe wiha domand: “Ev yek ji bo destpêkirina çareseriya vê pirsgirêkê pêwîstiyek e. Pêwîste hêzek navnetewî li ser sinorê Tirkiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê were bicihkirin. Ji bo çareserî çêbibe divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin. Di rojên derbasbûyî de, gelê ku bertek nîşanî dewriyeyên Tirkiyê dikirin jî ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin. Bi dewletek wiha re çareserî ne gengaz e. Ne gengaze ku gelê me bi hêzeke ku DAIŞ dinav de be re, bijî.”

‘Cîhan di ferqê de ye ku Erdogan xeteriye’

Hesen destnîşan kir ku raya giştî ya cîhanê di ferqa xeteriya projeyên ku Erdogan ava dike de ye û wiha got: “Divê ji bo lêpirsîna li ser bikaranîna çekên xeqexekirî rayek giştî were avakirin.”

Hesen diyar kir ku cîhan di mijara sekinandina dagirkeriya dewleta Tirk de, di heman nêrînê de ye û wiha axivî: “Li Ewrupayê di vê mijarê de nîqaşên ciddî tên meşandin. Bi taybet di temasên ku herî dawî me bi Yûnanîstanê re kirî de, me fêmkirina xeteriya dagirkeriya dewleta Tirk dît. Çi li ser xaka Yûnan çi jî li ser xaka Deryaya Spî be, xeteriya siyaseta Tirk tê dîtin. Bi taybet jinûve bi rih kirina DAIŞ’ê wek xeteriyek ciddî tê fêmkirin. Ji ber vê sedemê dewletên cîhanê ji bo çareseriyekî bibînin lez dane xebatên xwe.”

‘Me li Yûnanîstanê ji desthilatdariyê heya mûxalefetê piştgirî dît’

Hesen qala temasên li gel Yûnanîstanê kir û wiha got: “Mirov dikare bibîne ku raya giştî ya Yûnan ê nêzî tevgera Kurd e. Dema dewleta Tirk êrîşî Kurdan kir li Yûnanîstanê gelek çalaki hatin lidarxistin. Di aliyê siyasî de jî daxuyaniyê piştgiriyê hatin dayîn. Mirov dikare beje ji desthilatdariyê heya muxalefetê piştgirî dan me. Herkes alîgirê çareseriyê ye.”

‘Pêwîste pirsgirêka Kurd çareser bibe’

Hesen diyar kir ku berxwedana li dijî çeteyan li cîhanê deng veda û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dewletê cîhanê jî piştgirî dan têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê. Ji bo çareseriya krîza Sûriyê û avakirina Sûriyeyek demokratik pêwîste pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Erdogan û faşîzma ku nûneriya wê dike, hewl didin vê asteng bikin. Li rexma hertiştî, eger em yekîtiya xwe xurt bikin emê bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Divê dostên me yên piştgiriyê didin têkoşîna me ya azadiyê jî piştgiriya xwe xurttir bikin. Pêwîste li hember sûcên ku Erdogan dike bêdeng nemînin. Divê firset neyê dayîna planên Erdogan.”

(bm)

ANHA