Ev sernavê nivîsa rojnamevan Vejîn Ararat e.

Vejîn Ararat dibêje Egîd Serdar wekî bi hezaran lehengên Kurdistanê dîrokek destanî li pey xwe hişt, li gelek qadên Zapê şer kir, derbên giran li dijmin da.

Nivîsa Rojnamevan Vejîn Ararat wiha ye.

Gerîla Egîd Serdar (Diyar Mardînî) li rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê ji dayîk bû. Di dema şoreşa rojava de dibe şahidê berxwedan û fedekariya gel, ev bandor lê dike, tevlî nava refên têkoşînê dibe.

2020’an ji bo tola dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî hilîne dibe gerîla û li Gare pewerda pêşî dibîne.

Piştî diçe herêma Kûnîşka tevlî nava yekîneyên Gerîla yên bi tevger dibe, di eniya herî pêş de cih digire, derbên giran li dijmin dide.

Vejîn Ararat dazanîn hevaltiya Zapê bandoreke mezin li Gerîla Egîd kir û wiha got.

Li gelek qadên Zapê tevlî çalakiyan bû, wekî namzetê fermandariyê bi berpirsiyariya xwe rabû.

Egîd Serdar li qadên herî zehmet kar kir, bi wêrekî, moral, coş û sekna xwe ya bi biryar bû milîtanekî pêşeng.

Li Zapê, di 1’ê Tebaxa 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li gel Mahîr Başkale (Denîz Ersû) şehîd bû.

Li pey xwe dîrokek ji berxwedanê hişt, têkoşîna di oxira wê de şehîd bû, dê dewam bike, bi hezaran Egîd Serdar, wê li ser şopa wan têbikoşin.