Muslim diyar kir dewleta Tirk ji bo ku ser krîzê bigire gefê dixwe û got, ”Rewşa Tirkiyê pir zor e. Herî pir Tirkiye wê derbê bixwe. Îro em xurtir in û bêhtir rêxistinî ne. Berxwedan wê cuda be.”

Endamê Konseya Hevseroktiyê ya PYD’ê  Salih Mûslim têkilî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Bakur-Rohilatê Sûriyê axivî.

Muslim diyar kir dewleta Tirk aştiya Sûriyê naxwaze, ji ber vê li pêş Sûriyê tim asteng e û ferz dike yan wê weke wê be an jî ti çareserî çênebe.

Muslim got, ”Tirkiye dinere aramiya li Sûriyê ne di berjewendiya wan de ye. Her kes tiştekî dî dibêje; dibêje di serî de Tirkiye hêzên biyanî divê ji Sûriyê derkevin. Divê Tirkiye hêzên xwe bikişîne. Vê dibîne. Wî jî bi dest nexistiye. Planên Tirkiyê yên li Sûriyê li ber avê çûne. Li Idlibê jî serê wî ketiye belayê. Ji bo sozên ku dayî Pûtîn miheqek wê bi terorîsên wir re şer bike û paqij bike. An wê paqij bike an jî ew bixwe bikeve şer. Bikeve şerekî dî.

Ji bo ku ji van rewşan xilas bibe tim gefan dixwe. Dibêje, ”Ez ê têkevimê, nizanim çi bikin”. Baş e, hemû cîhan behsa aştiya Sûriyê dike, aramî û çareseriyê dixwaze, ji bo çareseriya siyasî tişta ji dest tê dike, tu diçî berevajî vê dikî. Helbet ev ê ne di berjewendiya Tirkiyê de be.”

Muslim bi berdewamî krîza pirhêlî ya dewleta Tirk bi bîr xist û got, ”Aboriya Tirk li bin daye. Ti tiştekî wan nemaye. Gel ji birçînan şepirze bûye. Enflasyon hefsar qetandiye, pereyên xwe her roj ji qîmet dikevin. Dolar çûye 9,25 lîreyan. Ev hemû têne çi maneyê? Aboriya Tirkiyê îflas kiriye. Ji bo ku ji nav van derkeve, ji bo ku ji van beleyan xilas bibe, ji bo ku ji îflasa siyasî, dîplomatîk xilas bibe, li navxwe ji bo ku xilas bibe divê bala raya giştî ya Tirkiyê bide devereke dî. Çiye ev? Ya pêşî şer e.”

Mûslim li ser encama şerekî pêkan got, ”Heke bi rastî jî xwe li tiştekî wiha biceribînin ev ê xwe ceribandina wan a dawî be. Êdî wê were rewşeke wiha ku Tirkiye bi temamî birûxe. Faşîzma wir wê hilweşe. Ji ber vî şerî, îflasa aborî û ji ber van polîtîkayên şaş wê hilweşe.”

Salih Mûslim li ser nêzîkatiya dewleta Tirk ku ji bo êrîşa dagirker bîne hewl dide hincetan biafirîne, gotinên berê yê Serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan bi bîr xist ku gotibû ew ê çend topan ji aliyê dî yê sînor bidin avêtin û wiha zemîna ku bikevin Sûriyê çêbikin. Mûslim got, ”Niha hewceyî pê nîne ku Hakan Fîdan bişîne. Jixwe çeteyên wan li vir in. Kengî bixwazin dikarin topan bavêjin. Ji ber vê çêkirina hincetan rehet e. Her carê dikarin hincetan çêbikin. QSD’ê jî aşkere got,. Niha li gorî peyama ku hatî danîn 30 km wê vekişin û vekişiyane jî. Wê neavêjin jî. Ji ber ku doza wan li vir e, ne li aliyê dî ye. Ti sedema wan nîne ku topê bavêjin aliyê dî. QSD aşkere dibêje ku wan tiştek neşandiye, nekiriye.”

Mûslim bi berdewamî got, ”Niha cih û warê te, gundên te hatina dagirkirin. Mafê xweparstina meşrû ya gel heye. Tu yê xwe biparêzî. Û hemûj qanûnên cîhanê ji bo ku xwe biparêzî heq didin te. Li dijî dagirkeriyê ye yî û ji bo ku xwe biparêzî tê tiştinan bikî.”

Mûslim bi berdewamî li ser kuştina 2 leşkerên Tirk ên li Ezazê got, ”Leşkerên ku mirine li Ezazê li ser xaka Sûriyê hatine kuştin. Kê kiriye nayê zanîn. Ji ber ku gelek hêz hene. QSD heye, Hêzên Rizgariya Efrînê hene, Rûsya heye, Îran heye, hêzên Sûriyê hene. Hinan top avêtiye û 2 leşker mirine. Ev mafê berxwedanê ye. Heke wiha kiribin tiştekî meşru kirine .Ji ber vê heke tu rabî tiştekî bibêjî, naxwe çi îşê leşkerên te li vir heye? Çi îşê leşkerên te li ser xaka hineke dî heye? Bila vekişe. Tu yê jî rehet bikî, gelê vir jî. Tişta ku dixwazim bibêjim, heke mafê parastina meşrû çêbûbe ev heqê xwe ye.

Her wiha Rûsya, Emerîka jî dibêjin mafê serweriyê yê Sûriyê heye. Heke hêzên Sûriyê kiribin ji bo serweriya xwe kirine. Heke YPG kiribe gund û gelê xwe diparêze. Jixwe berxwedan nesekiniye. Ji 2019’an û wir ve li Serêkaniyê, Girê Spî berxwedan heye. Gelê li wir nasekine. Xwe diparêze. Bi rengekî li ber xwe dide. Tişta ku ji dest tê dike. Kêm e jî. Ev ê dewam bike.”


Endamê Konseya Hevseroktiyê ya PYD’ê  Salih Mûslim herî dawî li ser êrîşeke pêkan a dewleta Tirk axivî. Mûslim berxwedana Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê bi bîr xist û got ”Vê carê berxwedan wê cuda be. Wê hê geştir be. Gel bûye xwedî tecrûbe hem jî ferq dîtiye. Zor û zehmetiyên koçberbûnê dîtiye. Ji ber vê naxwaze careke dî bikeve eynî rewşê. Û gel niha zêdetir rêxistinî ye. Berxwedana xwe jî geştir e. Ji berxwedanê bûye xwedî tecrûbe. Û heke Tirkiye xwe li tiştekî wiha biceribîne, dibe ku hin tiştên biçûk bike yan jî neke lê heke tiştekî berfireh bike ez dibêm wê têkçûneke mezin bixwe. Herî pir wê faşîzma Tirk têk biçe. Dibe ku birûxe jî. Êdî ew dizanin.”