Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

KNK’ê got; 1’ê Gulanê cejna ‘yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê’ ye.

Cejna 1’ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd û Kurdistaniyan e.

Xelkê Kurd û Kurdistanî serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin.

Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin e.

Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne.

Ji bo vê jî, xelkên Kurdistanî, bi vê keda mezin a têkoşînê, cejna 1’ê Gulanê heq kirine.

Gerîla û Pêşmerge û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên 1’ê Gulanê ne.

Cejna 1ê Gulanê li wan teva pîroz be.

KNKe diyar kir ku gelê Kurd, îsal jî cejna 1’ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin.

Dewleta Tirk xwe ji êrîşeke mezin re amade kiriye.

Armanca dewleta Tirk dagirkirina Herêmên Parastina Medya û tunekirina hemî bingeh û baregehên Gerîla ne.

Paşê jî Rojavaya Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dagir bikin û hemû destketiyên Kurdan tune bikin.

Divê hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi yekrêzî li dijî planên dijmin têkoşînê bikin.

KNKe, herî dawî bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku bi coşa Newrozê tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin.

Li hember êrîş û dagirkeriyê nerazîbûna xwe bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.