Şaredariyên AKP’î yên Artemêtan û Tûşbayê ji bo Cemiyeta Ilim Yayma desteka pere kom bike, dest bi komkirina bacê ji mutahîtan kiriye.

Cemiyeta Ilim Yayma a bi destekdayîna xwe ya çeteyên li Sûriyeyê li dijî Kurdan şer dike, tê nasîn ji aliyê şaredariyên AKP’ê yên li Wanê tên fînansekirin.

serokên AKP’î yên di hilbijartinê de li pêşberî HDP’ê windakirin û bi Biryarnameyên di Hikûmê Qanûnê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve weke qeyûm hatin erkdarkirin, di demên dawî de, ji bo desteka pere bidin Cemiyeta Ilim Yaymayê serî li rêbazek nû dan. Li gorî agahiyên hatin girtin, Şaredariyên AKP’î yên Artemêtan û Tûşba ji bo mutehît destûra çêkirina avahiyan bigirin, divê şertê 150 hezar TL jibo Cemiyeta Ilim Yayma veqetîne. Mutehîtên ku 150 hezar TL nedin destûra wan a çêkirina avahiyan tê betalkirin, heman demê bi hincetên cuda jî 200 hezar TL ceza lê tên birîn. Mutehîtên ku ji bo destûra kar bigirin, neçar in ku vî perî bidin. Hinek mutehîtan ev yek qebûl nekirin. Mutehîtê ku navê xwe eşkere nekir got: “Li ser mijarê me îtirazên xwe kiriye, wan jî gotiye; ‘Hûn dizanin, hûnê ceza birazînin’ mafê me yê heq red kirin. Midûryeta Îmarê ya Şaredariyê jî xebatên xwe yên ji bo destekdayîna van wexfan dewam dike. Ev tê wateya bac dayînê, ez vê qebûl nakim.”

Ev Cemiyet sala 1970’ê ji komên ku di bin hîmayeya desthilata AKP’ê de ye. Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve jî tim tê ziyaretkirin. Erdogan di sala 2017’an de jî gotibû; ‘Wexfa Ilim Yayma hafizeya Tirkiyeyê ye. Tu ciwanek di bin sêwana vê de kar kiribe, wê gule li milet û welat neteqîne.’