Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji ber şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn peyamek sersaxiyê weşand û diyar kir, “Em hevxemê êşa wan in û heta dawiyê em ê piştgiriya têkoşîna wan a ji bo azadî, demokrasî û aştiyê bikin.”

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji ber şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn peyama sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di vê serdemê de gelek serkirde û pêşengên Şoreşa Azadiyê ya Gelan, ku ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têkoşîneke bêhempa dimeşînin, dibin hedefa destên qirêj.

Saziyê bi bîr xist ku herî dawî ji pêşengên têkoşîna azadiya gelan Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) 27’ê Gulanê bi destê qirêj şehîd hate xistin.

Di daxuyaniyê de, ji ber şehadeta Kasim Engîn sersaxî ji PKK’ê, heval û hogirên wî, xizmên şehîdan û gelê Kurdistanê re hate xwestin.

Di peyamê de hate gotin, “Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, em hevxemê êşa wan in û heta dawiyê em ê piştgiriya têkoşîna wan a ji bo azadî, demokrasî û aştiyê bikin.”