Hevserokê HDP’ê yê navçeya Farqînê Kenan Kaydû, tecrîd wekî “îşkenceya sîstematîk” pênase kir û got: “Ji bo pêşî li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê girtin tecrîda li Îmraliyê tê girankirin.”

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Farqînê Kenan Kaydû, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê axivî.

‘TECRÎD ROJ BI ROJ KÛRTIR DIBE’

Kaydû da zanîn ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tevahiya Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin û wiha axivî: “Li her derê welatê me êrîş li ser civak û xwezaya me heye. Eger tecrîd tunebûya wê ev êrîş jî tunebûya. Bi tecrîdê re pirsgirêkên li Rojhilata Navîn her diçe kûr dibe. Tecrîd roj bi roj kûrtir dibe. Ji bo pêşî li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê girtin tecrîda li Îmraliyê tê girankirin. Sedema tecrîda li ser Serok, polîtîkaya neçareseriyê ya têkildarî pirsgirêka Kurd e. Muxatabê sereke yê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Di sala 2014-2015’an de tevahiya Tirkiyeyê û Cîhanê bûn şahîd ku dema ku hevdîtin li gel Birêz Ocalan hebe, li Tirkiyeyê aramî û aştî heye. Tu kesê jiyana xwe ji dest neda. Ev heqîqeteke, eger tecrîd tunebe û dengê Birêz Ocalan bigihêje civakê aramî û aştîyek derdikeve holê.” 

‘XELEKA BÊHIQÛQIYÊ’

Kaydû da zanîn ku ev tecrîd aramî û aştiyê nayne û wiha pê de çû: “Tecrîda li Îmraliyê gelên Tirkiyeyê dixe nav tarîtiyê. Tecrîd niha pirsgirêkeke li pêşiya gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ye ku divê bi lezgînî bê çareserkirin. Desthilatdariya ku hiqûqa navxweyî, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî tune dihesibîne, welat xistiye nav xelekeke bêhiqûqiyê. Li aliyekî bêhiqûqiya tecrîdê, li aliyê din jî binpêkirina mafên mirovan a ku li girtîgehan zêde bûye. Lewma girtiyan ev 85 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ne.”

‘BILA DAXWAZÊN GIRTIYAN BÊN QEBÛL KIRIN’

Kaydû destnîşan kir ku ji ber ku biryarên der barê binpêkirinê de pêk nehatine cardin li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine û wiha  dom kir: “Li girtîgehan nêzî 4 hezar girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Serok Apo rabe 85 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya dorvegerdene. Ji ber ku girtiyên me hene, carna em bi wan re bi telefonê diaxivin û wiha dibêjin, ‘Girtina deriyê Îmraliyê dibe sedema girtina hemû rêyên jiyanê yên Rojhilata Navîn. Heta ku ev derî û xitimandin nevebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin.’ Eger deriyê Îmraliyê vebe wê bibe wesîleya aştiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. 

Girtiyan ji bo rewşa xwe ya şexsî dest bi pêvajoyeke wiha nekirin. Derdê wan aştiya birûmet û mezin e. Daxwaza wan edalet e, hiqûq e. Divê rojek berî rojekê dawî li tecrîdê were. Tu pirsgirêk bi axaftina telefonê ya çar deqîqeyan a li menzela serdozger çareser nabe.”

‘TECRÎD VEGUHERIYA ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK’

Di berdewama axaftina xwe de Kaydû anî ziman ku divê CPT li peywîra xwe rabe û wiha got: “CPT li gorî navê xwe tevnagere. CPT bi xwe di rapora xwe de balê kişandîbû li ser tecrîda li Îmraliyê. Lê ji bo ku tecrîd ji holê rabe jî tu zext li ser dewleta Tirkiyeyê nayê kirin. CPT tu carê daxuyaniyek der barê Îmraliyê de ku civak pê aram bibe nekiriye û xwedî li berpirsyariyên xwe derneketiye. CPT saziyek navneteweyî ye û dikarin ji bo şertên Îmraliyê were sererastkirin bikevin dewrê. Tecrîd êdî veguheriye îşkenceya sistematik. Di mijarên siyasî û civakî de pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo tevahiya welêt wekî pîvaneke hiqûqî-polîtîk tê qebûlkirin. Heya ev neyê çareserkirin, ne pêkan e ku welêt bigihê pîvanên demokratîk. Ji bo vê jî divê CPT li peywîra xwe rabe û ji bo tecrîd ji holê rabe zextan li Tirkiyeyê bike.”