Li Tirkiyeyê xalên Peymana Karta Çapemeniyê hatin girankirin. Li gorî van xalan dikare mudaxeleyî naveroka nûçeyê were kirin û rojnameger wekî terorîst werin pênasekirin.

Peymana Karta Çapemeniyê ya ku ji zû ve ye dihat nîqaşkirin, bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyip Erdogan guherî. Guherîna berê ji aliyê Şûrayê nehatibû qebûlkirin û di meha Nîsanê de betal kiribû. Lê ev peyman bi xalên giran dîsa derket holê.

Li gorî peymana nû ya ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin ev xal tê de hatin diyarkirin: “Heke tiştên ji bo teşwîqkirina sûc were kirin û têkoşîna li dijî sûc bêbandor bike, li gorî nirxandina komîsyonê dibe ku karta çapemeniyê ya van kesan were betalkirin.”

Li gorî şîroveyan ev pêkanîn çapemeniya mûxalif dike hedef. Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altûn jî got “Ji bo ku kesên propagandaya teror û şîddetê dikin, xwe nexin pişt karta çapemeniyê, hin xal hatin xurtkirin.”

Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê yên (MLSA) parêzer Veysel Ok ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev peyman mudaxeleyî feraseta rojnamegeriyê ya nûçegihanan dike. Ok got “Ango nûçeyên ku werin çêkirin wê bi gotinên teşvîk, îltîsak û ne hiqûqî re were nirxandin. Nabe ku nûçeyên rojnamegeran ji aliyê saziyên dewletê were nirxandin. Di warê hiqûqî û etîk jî rayeyeke wê ya wisa tune.  Wê çend karmend biryara vî tiştî bidin. Jixwe karta çapemeniyê bi tenê didan rojnamegerên ku akredîtiya wan a Qesrê heye. Niha jî him kartê nadin û him jî ji ber nûçeyan rojnamegeran wekî terorîst didin nîşandan.”

Serokê Giştî yê Sendîkayên Rojnamegerên Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş jî diyar kir ku tu kesên ku ne li gorî Serokê Ragihandinê be, wê nikaribe karta çapemeniyê bistîne û got “Karta heye jî dikare were betalkirin. Ji bo stendina kartê heke doz were qezenckirin jî wê ev tişt ne bes e. Heke rojnameger bêkar bimîne wê bi tenê karibe bi qasî mehekê vê kartê bi kar bîne. Ji bo ku rojnamegerê bêkar ji xwe re karekî bibîne, bi tenê mehekê didin.”

Dûrmûş diyar kir ku divê komîsyoneke nûnerên rêxistinên pîşeyî vê kartê bide û got “Ji bo betalkirina vê peymana karta çapemeniyê em ê hewl bidin.”