Hemze Xelef ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûyî li Tirbespiyê bi merasîmekê hate veşartin. 

Şervanê Hêzên Xweparastinê yê Serêkaniyê Hemze Xelef bi merasîmeke li Tirbêspiyê hate hate veşartin.

Di merasîma cenaze de ya li gundê Dûgirê bi sedan kes hazir bûn. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Ebdûlkerîm Hesen, li ser navê şehîd Hemze Xelef Înad Xelef axivî. Apê şehîd Hemze Xelef got heta ku serfiraz bibin ew ê li se rêya şehîdan bin.

Belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Hemze Xelef bi lîlandin û dirûşmeyna li Şehîdgeha Şehîd Dilşêr hate veşartin.