Merasima bîranînê bi pêşengiya Yoûng Strûggle û Rêxistina Jinên Ciwan ên Zora li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd y Hîldesheîmê pêkhat.

Piştî rêzgirtinê, axavtin hatin kirin û hate gotin:

Em bi zimanên cuda biaxivin jî, ji deverên cuda yên cîhanê bên û çîrokên me cuda jî bin, têkoşîna me hevpar e.
Em ji aliyê heman sîstemên faşîst ve têne kuştin. Em ê bi tevgerên antîkapîtalîst, şoreşger û pêşverû re werin cem hev, xwe bi rêxistin dikin û têkoşînê bikin.

Di axavtinan de bang li raya giştî ya Ewropa û cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd a mafdar.

Piştî axavtinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.