Amargî Zîlda (Bahar Ûçak) ji Malazgîrtê bû. Di temenê xwe yê ciwan de girtîgehên Tirkiyeyê dît, lê belê ji wê derê xwe gihand çiyê. Ji Cîlo heta Başûr, ji wir jî berê xwe da Erzîromê. Di temenê xwe yê têkoşînê de timî bi ser dijmin ve meşiya.

Bahar Ûçak (Amargî Zîlda) mîna şewqekê bû ku berê xwe li çiyê bû û her dibiriqî. Di sala 2019’an de li Çewlikê di şerê dijî hêzên dewleta Tirk de bi lehengî şer kir û tevlî karwanê nemiran bû ku ji bo wê digot, “Ev hîn destpêkek e.”

Amargî Zîlda di sala 1995’an de li Malazgîrtê di Hezîranê de ji dayik bû. Hîn di temenê ciwantiyê de têgihiştî ku ji dibistanê sîstemê nikare tiştekî werbigire, dest jê berda û ji bo tevlî meşa azadiyê bibe bi rê ket. Lê belê kete kemîna zaliman û hate girtin. Demeke dirêj di zindanê de ma. Amargî hemû rêbazên dijmin ên ku hewl didan wê ji rêya wê vegerîne pûç kir û lêgerîna xwe ya li azadiyê dewam kir. Di nava çar dîwaran de bedena dijmin parçe kir, ji zindanê derket û berê xwe da Cîlo.

Bi şîrxwişka xwe re li heman kampê ma. Li zinarên Keleha Perîhanê ku digot, “Ez xwe lê dibînim”, di nava serma û seqemê de careke din bû aşiqê çiya û hevrêyên xwe. Di demekê de ku pê hesiya mezin bûye, got “Êdî dema tolhildanê ye” û li çiyayên Bakur vegeriya.

Bi gotina “Ji bo mafê şîrê dayikan diçim” berê xwe da Bakur. Çiyayên Erzîromê yên bi berfê xemilî veguherand baranê û bi ser dijmin ve barand. Di rojeke germ mîna germahiya xwe de, rastî fîşekên sermayê hemûyan hat. Li gel fermandar Şevîn Bîngol li dijî dijmin bi hêza xwe hemûyî şer kir. Fermandar Şevîn û şervan Amargî heta fîşeka dawî li dijî zaliman şer kirin.