Meşa me ya ji deh saetan em gelekî westandibû. Saet 4’ê şeveqê hişyar bûm. Bi gerîla Rêzan re me ji zeytûn, penêr û rîçalê taştê amade kir. Piştre gerîla Rêzan banga ‘Rojbaş’ li gerîlayan kir û ew hişyar kir.

Piştî taştê me bi Rêzan re hinekî sohbet kir. Rêzan qala şert û mercên destpêkê yên PKK’ê û asta heyî ya şer kir: “Dema ku tu qada jiyanê ya zindiyekî dagir bike, ya jî dest bidê, wê xwe biparêze. Ya ku gelê Kurd jî dike parastina mafên xwe ye. Eger ev yek bi rêyên siyasî nebe, hingî çek dibe mafekî rewa. Şerê me yê bi dewleta Tirk re şerê herî dijwar ê salên dawî ye. Li Amedê, Dersimê, Botanê, Şemzînanê, Xakurkê û gelek qadên din şerekî giran diqewime. Di vî şerî de tecrûbeya me ya ji 40 salî heye. Em ji xwe, dîrok û aqlê xwe yê siyasî, ji gelê xwe piştrast in.” Gava me me bi Rêzan re sohbet dikir, gerîla Sîpan hat cem me û got ku wê me bibe cihekî xweş. Me da dû wî û em bir Girê Teyra ku mîna beşek ji bihuştê bû.

SÊ NIFŞÊN LI NAVA GERÎLA

Berêvarê me xatir ji hevalan xwest û em careke din bi rê ket. Di dema meşê de em li gelek gerîlayên ji herêmên cuda dihatin rast hatin. Ne li bendê bûm ku li Şemzînanê li ewqas gerîlayan rast bêm. Di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de salên dawî şerekî giran diqewimî û ji her emrî gerîla di nava vê têkoşînê de hebûn. PKK rastiyeke têkoşînê ye ku nifş bi nişf didome. Li pêşberî me herî kêm sê nifş hene.

Li nuqteya gerîla, gerîlayên bi navê Cesûr, Mordem û Rêzan me pêşwazî kirin. Yekser rahiştin çenteyên me. Piştî ku me xwarina xwe xwar û çaya xwe vexwar, em razan û bi berbanga sibehê re bi rengekî zinde hişyar bûn.

PIŞTÎ KOBANÊ TEVLÎ BÛN

Ez ber bi aliyê gerîlayên ciwan ên bi navê Cesûr û Mordem ve çûm. Her du jî di heman demê de tevlî bûne. Piştî ku DAÎŞ’ê 15’ê Îlona 2014’an êrîş birin ser Kobanê, ew jî tevlî nava refên gerîla bûn. Li ser sedema tevlîbûna xwe, gerîla Cesûr balê dikişîne ser hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û diyar dike ku dewleta Tirk di pêvajoya diyalogê de ev yek îstîsmar kiriye. Gerîla Cesûr dijwariya dewleta Tirk a li Rojava bi bîr xist û got, “Nedibû ku li pêşberî êrîşeke wiha bêdeng bûmam. Min biryar da ku tevlîbûna li nava refên gerîla helwesta herî rast e.”

Gerîla Mordem jî dibêje, “Li dijî desthilatdariyeke ku dibêje ‘nabe ku Kurd bi rengekî azad bijî, nabe ku bi rengekî azad bifikire’ ji bilî berxwedanê gelo çi dikare bê kirin? Diviyabû min bersiv bida vê pirsê. Di encamê de jî tevlî nava refên gerîla bûm.”

Li dû sohbetê, gerîla Cesûr, Mordem û Rêzan xwe amade kirin ji bo biçin. Em ji hev qut bûn û me jî dest bi meşa xwe kir. Berê me li lûtkeya çiyayekî ye. Nêzî 3 saet in em dimeşin. Kêm maye em xwe bigihînin ser serê çiyê. Du gerîlayên ku çav li me ket, ber bi me ve hat. Piştî ku me silav dan hev, em dawetî nuqteya xwe kirin. Me jî qebûl kir. Piştî ku me ev yekîneya gerîla ziyaret kir, em rêwîtiya xwe didomînin. Em gihîştin cihekî bêhnvedanê. Li vir jî yekîneyeke biçûk a gerîla heye. Kontrola rê û herêmê dikin. Piştî xwarinê, em plansaziya xwe zelal dikin. Pêşengê me gerîla Egîd e ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li dû meşa ji sê saetan me xwe gihand cem yekîneyeke din a gerîla. Li vê nuqteya gerîla ku cihekî daristanî ye û em bêhnê vedidin û xwarinê dixwin. Xwarina me jî vê carê fasûle, birinc û îsotên tûj e. Li ber dengê av û çûkan em xwarina xwe dixwin. Nîvê şevê bi pêşengiya du gerîlayan me dest bi meşa xwe kir.

SEKIN LI GERÎLA NABE

Em du saetan meşiyan û me xwe gihand yekîneyeke gerîla ya bi tevger. Mîna kîso, mala gerîla jî li piştê ye. Ev yekîneya gerîla bi giranî ji gerîlayên ciwan pêk tê. Hinek ji wan ji gund tevlî bûne, hinek jî ji metropolan. Hemû bi hev re her kêliya jiyanê parve dikin. Mîna ku bi hev re mezin bûne. Her yek karekî dike. Karek diqede, yekî nû dest pê dike. Sekin li gerîla nabe. Li gel komek ji gerîla, du jinên ciwan ên ku kincê sivîl li wan e tên. Nû tevlî bûne. 9 rojan meşiyane. Gelekî kêfxweş xuya dikin ji ber ku xwe gihandine çiyê. Li ser israr koma gerîla em şevê li cem wan dimînin. Çay, sohbet û radikevin…

RÎÇALA GERÎLA

Gerîla ji zûdeyî hişyar bûne û taştê amade kirine. Li benda me ne. Taştê jî ji penêr, rîçala ji sêvan ku bi destan hatiye çêkirin û zeytûnan pêk tê. Yekîneyên gerîla li gorî şert û mercên demsalê rîçala sêvan, hirmiyan, şîlan û qalikê zebeşan çêdikin. Ji bo zivistanê hiltînin. Ji balîcan û qalikê kundiran jî rîçalê çêdikin.

CIHÊ KU SÎNOR LÊ BÊ WATE YE

Piştî ku em ji yekîneya gerîla ya bi tevger qut bûn, em gihîştin cihê ku sînor lê bê wate ye. Me plan dikir ku îro xwe bigihînin yekîneyeke din, lê belê ji bo cihê gerîla kişf nekin, bi 4 saetan bi derengî em bi rê ketin. Rêberên me guherîn. Êdî du gerîlayên jin rêberên me ne. Em di rê de li yekîneyeke din a gerîlayên jin rast tên. Bi erka xwe radibin. Em hinekî li cem wan bêhnê vedidin. Piştî meşa ji saetekê, sê gerîla ber bi me ve tên. Ji niha û pê ve em ê bi wan re bimeşin. Yekîneyan di navbera xwe de kar dabeş kirine. Gerîlayan piştî ku em gihandin yekîneyeke din, li yekîneya xw evegeriyan. Yekîneya em hatin cem wan, wê me bigihîne yekîneya din. Rewş bi vî rengî dewam dike.
Em dîsa li cihên ku sînor lê dest pê dikin. Sînor ji bo gerîla tenê tevirên sembolîk in. Gerîla dibêjin, “Ev der Kurdistan e, li vir sînor bê wate ye.”

BI RENGÊ JINÊ

Rêberên me ji bo ku balafirên keşfê bi me nehesin dilezînin. Li dû meşeke dirêj em digihêjin yekîneyeke nû ya gerîla. Gerîla nû ji wezîfeyê vegeriyane û betilîne. Em bi hev re taştê dikin. Dûre em diçin cem komeke gerîla ku nan lêdixe. Sê kes in; yek jê mêr e, du jî jin in. Di şer û jiyanê de cihêkariya navbera jin û mêr nîne. Di nava gerîla de ‘karê jinê’ nîne. Kar bi rengê jinê tê kirin. Kar tê dabeşkirin. Berêvarê em berê xwe didin yekîneyeke din a gerîla û ji nû ve dest bi meşê dikin.

Wê bidome…