Şêniyên Efrînê yên ku neçar mane koçî navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bikin, êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeyê şermezar kirin.

Şêniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nêzî 4 sal in ji cih û warê xwe bûne û ji neçarî li gund û navçeyên herêma Şehbayê bi cih bûne, bênavber dibin hedefa bojmbardûman û êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Efrîniyên li navçeya Til Rifetê nerazîbûn nîşanî van êrişan û dagirkeriyê dan.

Endama Meclîsa Navçeya Til Rifetê Fexrî Sûltan diyar kir ku ji destpêka koçberbûna wan a ji Efrînê û vir ve bi rengekî plankirî êriş li dijî wan tê kirin û got, “Ji bo vî gelî ji herêma Şehbayê derxînin ev êriş têne kirin. Vî gelî ev armanc nas kiriye. Lê belê ji bo vegera li Efrînê em ê li Til Rifetê û herêma Şehbayê li ber xwe bidin.”

Îbrahîm Rîhanî jî bi bîr xist ku li pêş çavên tevahiya cîhanê ew koçberî navçeya Til Rifetê bûne, lê ji roja destpêkê ve êrişên li dijî wan dewam dikin.

Îbrahîm Rîhanî got, “Çawa ku gel bi darê zorê ji Efrînê derxistin, dixwazin vê kiryara xwe li vir jî bikin. Me Til Rifet ji bo xwe kiriye qadeke berxwedanê. Ew çiqasî topbaranê bikin jî em ê dev ji berxwedana xwe ya li Til Rifetê bernedin, heta vegera li Efrînê.”

Endama Meclîsa Herêma Şehbayê Fatmê Mihemed jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Navçeya Til Rifetê şermezar kir û bi bîr xist ku ji ber êrişên dewleta Tirk li Til Rifetê bi dehan sivîl bi taybetî jî zarok hatin qetilkirin.

Fatmê Mihemed bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku xwe li bêdengiyê danayne û êrişên li dijî sivîlan rawestînin.