Buroya Hiqûqê ya Asrin: Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenî tê girtin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên İmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ev 3 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên girtin û agahî ji wan nayê wergirtin daxuyaniyeke nivîskî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 3 sal in ji muwekîlên xwe agahî nagrin û hat destnîşankirin ku tevî hemû serlêdanên edlî û îdarî jî destûr nayê dayîn ku hevdîtin bên kirin.

Hat destnîşankirin bi tecrîda li ser İmraliyê ya derqanûnî û rewşa agahînegirtina mutleq İmrali li pişt perdeyên veşarî tê girtin.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi tevahî wiha ye:

“Rewşa heyî ya mutleq a bêagahîtiyê, bi pêkanînên defakto û keyfî û bi ‘biryarên edlî’ yên ku di qanûnên Tirkiyeyê de tu bingehê wan tune ye, tê domandin.

Cezayên dîsîplînê yên ku weke hincet qedexekirina hevdîtina malbatê tên binavkirin û biryarên ku hevdîtina parêzeran asteng dikin, li dijî qanûnê ne û sûc e.

Ji bilî vê, mafê name û peywendiya telefonî jî nayê dayîn. Ev kirin li derveyê rêgezên Mandela ne, têkiliya girtî bi tu awayî nikare bi derve re bib temamî were qutkirin.

Krîterên herî bingehîn jî nayên pêkanîn û dosya û biryarên li ser van pêkanînan ji parêzeran tên veşartin.

Parêzeran got:

Ev 3 salin bê awayekî bênavber hemû têkiliyên me bi muwekîlên me re hatine birîn, bi heman awayî bi malbata wan re jî.

Derbarê mafê tenduristiyê yê muwekîlên me de, nemaze mafên wan ên bingehîn ên ku ji hêla qanûnên navxweyî û navneteweyî ve hatine garantî kirin, tu agahiya me tune.

Parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê xwest tavilê dawî li vê rewşa bêagahîtiya ji İmraliyê were anîn.