Şêniyên Hesekê bi merasîmek girseyî cenazeyên 3 şehîdên xwe li goristana Ş.Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kirin.
Kerwana oxirkirina yê şervanên YPG’ê Yezen El-Elî, Mûeyed El-Mûsa û şervanê Hêzên Erka Xwe Parastinê Mihsên Ehmed ên ku di demên cuda de dema li ser karê xwe bûn şehîd bûne, ji ber Meclisa Malbata Şehîdan li bajarê Hesekê ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê bi rê ket.
 
Bi sedan şêniyên kantona Hesekê ji bo pêşwazîkirina cenazeyên her sê şehîdan li goristana Ş.Dijwar a gundê Dawûdiyê kom bûn.
 
Merasîm bi turena leşkerî ji aliyê Hêzên Erka xwe Parastinê, YPGê û YPJê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Heydar El-Hewalê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û got:” Şehadet mezintirîn rûmeta herî mezin e di dunyayê de ye. Dîrok navên wan heta dawiyê dê bibîrbîne û bi saya fedekariya wan gel û welat rizgar dibin.”
 
Paşê endamê rêveber a Hêzên Erka xwe Parastinê Şiyar Delîl axivî û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta her sê şehîdan radestî malbatên wan kir.
 
Di dawiya merasîmê de rêhevalên şehîdan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin ser milan û di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spatin axê.