Dîrokanas û rojnamevan Nick Brauns, bang li desthilatdariya Belçîka kir ku li hemberê êrîşa faşîstên Tirk ên li dijî Kurdan tedbîrên ciddî bigire û got; Rayedarên dewleta Tirk, bi provaksyonên vî rengî dixwazin gelê Kurd kriminalize bikin.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê û serokê kevin ê MÎTa Tirk Hakan Fidan bi du-sê rojan êrîşkirina komên Tirk ne tesadufî ye. Armanca vê êrîşê provakasyonek ciddî ye. Tirkan xwest li Belçîka komkujiyekê bikin.

Piştî êrîşan rayedarên Tirk ji bo dilê rayedarên Belçîka xweş bikin û berê wan bidin Kurdan daxuyaniyên bakêş dan. Êdî hatiye fêhm kirin ku Kurdan ji ber zilma dewleta Tirk reviyane derveyî welat jî, dibin ewlekariyê de nînin.

Braunus dazanîn ku êrîşa li Belçîka nîşan dide ku êrîş berê hatiye amadekirin û got; Em ji êrîşên li Elmanya, Fransa û Awustirya dizanin ku, li pey êrîşên bi vî rengî Îstîxbarata Tirk heye. Êrîşa li Belçîka piştî serdana Hakan Fîdan çêbû. Ev ne tesadufî ye.

Bi taybetî piştî Dadgeha Bilind a Belçîka ku PKK weke rêxistinek li dijî dagirkeriyê û rêxistinek meşrû qebûl kir, êrîş di çarçoveya krîmînalîze kirina Kurdan de hate plankirin.

Ji bilî wê rêveberiya saziya bilind a Kurdan KNK, ku li Belçîka dîplomasiyek xurt dimeşîne bû sedema ku planekî wiha bikin.

Bi taybetî Erdoğan piştî ku bûye xwedî otorîteyek mezin, di aliyê îslamî de, hem di aliyê nijadperestî de gelek provakasyonan dike. Elmanya ji ber vê çendê, karûxebatê nijarestên Tirk DÎTÎB qedexe kir.

Nijadperestên Tirk li Elmanya mirov kuştin.

Îro jî em dibin ku nijadperestên Tirk, di şerê Gazze û Îsraîl de jî, berê misilmanan didine Kurdên li Ewropa.