QSD‘ê ragihand ku hêzên têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî QSD‘ê berpirsekî herî xeternak ê DAIŞ‘ê ku ji zêdeyî 40 êrîşên plan kiribû, girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê îro ragihand ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ‘ê bi navê Ûsama Iweyid El-Salih girtin.

Navendê der barê girtina serçeteyê DAIŞ‘ê de ev agahî dan:

“Ûsama Iweydi El-Salih ji gundê El-Teama ye, yek ji terorîstên herî xeternak ê DAIŞ‘ê ye ku berpirsyariya ewlehiyê li gelek herêman kir di nav de Reqa û Dêrazorê. El-Salih ji zêdeyî 40 êrîşên terorîst li gelek deverên Dêrazorê plan kir.

Hêzên Têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî şopandin û lêgerînê di dîroka 22‘ê Mijdara 2018‘an cihê wî li gundê Teamayê yê gundewarê Dêrazorê nas kir û îro saet di 09:00‘an de bi kemînekê ew girt.