Ji  Berxwedêrên Bilind 6 ên 8 roj bûn li Şaxa TEM’ê ya Enqerê destgîrkirîbûn, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Kedkarên cemaweriyê yên bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatin derxistin, ji bo vegerin ser karê xwe 4 sal in li ber xwe didin.

Ji 7 Berxwedêrên Bilind ên 8 roj bûn destgîrkirî 6 jê îro ji Edliyeya Enqerê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ sewqî dadgehê kirin. Mamoste Acûn Karadag, Mehmet Dersûlû, karmendê tenduristiyê Mahmût Konût, karmendên nifusê Nazan Bozkûrt û Alev Şahîn, mamoste Armagan Ozbaş hatin girtin, Gulnaz Bozkûrt bi şertê kontrola edlî hate berdan.