Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk, derbarê komploya navnetewyeî ya 9ê Cotmahê, ji ANF’ê re axivî û got; Tecrîd şêweyê nûbûyî yê komployê ye. Di nava kûrkirina mutleq a tecrîdê de hêzên modernîteya kapîtalîst, dewletên herêmê û noker jî hene. Di serî de jî dewleta Tikr heye.

Ev teva ji fikrên Rêber Apo ditirsin. Malbata Barzanî jî ji fikrên Rêber Apo ditirse. Ev hê teva, tecrîda mutleq ya li ser Rêbertî weke yekane riya hebûna xwe dibînin. Nokerî û xiyaneta ku li ser Rojava û Başûr tê ferz kirin ji vê tirsê tê. Ev xiyanet ne tenê li dijî PKKê, li dijî tevahiya gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd tê kirin.

Ev hêz teva, di qirkirina gelê Kurd de hevkar in. Li hemberî vê yekê rêbaza çareseriyê jî, riya Rêbertî ye. Riya Rêbertî jî çareseriya neteweya demokratîk e. Ev jî çareseriya şoreşgerî ye.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku pêwiste Kurd, dikaribin li ser bingeha dînamîkên xwe, xwe bi rêxistinî bikin. Divê etnîseyên din yên li Kurdistanê jî di vê rxêstiniyê de cih bigirin. Rêber Apo jî vê yekê tîne ziman û dibêje; Divê ji heman nasnameyan di nava xwe de rêxistiniya xwe ya demokratîk ava bikin. Ev jî dibe Xweseriya Demokratîk. Yanî Xweseriya Demokratîk bi formula dewlet û demokrasî hem zemîna çareseriya neteweya demokratîk e, hem jî cudahiyên li Kurdistanê mafên xwe bidestdixin.

Cemal Şerîk bal kişande ser helwdanên ku PKK’ê di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de entegre bikin û got; Ev nêzîkatî çareseriyê nayînin.

Riya şoreşa Kurdistanê asta destpêkê ya wê xetê diyar kiriye. Çareseriya neteweya demokratîk û parastina Kurdên li ber qirkirinê ne, asta modela wê çareseriyê ya heyî nîşan dide. Divê di serî de komploya navneteweyî werê têkbirin. Ji bo çareseriya neteweya demokratîk jî, Rêbertî werê azad kirin. Têkoşîna Rêber Apo ya li Inmraliyê jî, hem li dijî qirkirinê ye, hem li dijî zihniyeta komplogeran û israra di sîstema netewe-dewletê de ye.

Ji bo vê jî berxwedana Rêber Apo tê wateya berxwedana ji bo gelên Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya mirovaniyê ye.