Yekem car bû ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê de digire, li gel hevalên xwe li djiî hêzên dagirker destanên qehremaniyê li gundê Şêxurêz nîşan dan, çend caran rastî êrîşên bi çekên kîmyewî hatin, lê xweza ew hembêz dike û ji êrîşan xilas dike. Her wiha bi koma hereketlî re beşdar berxwedana gundê Qîlê dibe û bi zehmetî xwe xilas kir. Ev bû kurte çîroka Agirî Hawarê.

Destena cenga gundê Şêxurzê û Qîlê

Berxwedana Efrînê ya li hemberî têknîka pêşketî ku mîna wê di dîroka nûjen de nehatiye nîşandan, rihê fedekariyê di hindirî şervanan de afirand ku îsrara wan a berxwedan û rakirina tola şehîdan zêde kir.

Serpêhatiya şervana YPJ‘ê Agirî Hawarê yek jî serpêkaniyên lehengî û qehremaniyê ku di qonaxa yekem a Berxwedana Serdemê de hatiye rêsandin.

Berxwedana gundê Şêxurzê tecrubeya yekem bû

Şervana YPJ‘ê Agirî Hawarê serpêhatiya berxwedana gundê Şêxurzê ya navçeya Bilbilê ji me re parve dike. Berxwedaniya li vî gundî hate meşandin tecubeya yekem ji bo Agirî bû ku beşdarî şerê li hemberî balafiran, çekên giran û bi hezaran çete dibe.

Agirî diyar dike ku ew di 2‘yê Sibatê de ango roja 13‘an a Berxwedana Serdemê bi girupeke şervanan berî dan gundê Şêxurzê û wiha parve dike: “Di wê rojê de me rêyeke çiyayî û deştayî girt û li ser piyan me berê xwe da gund, ji ber balafirên keşfê ne disekinîn, di nav dar û zinaran de me xwe gihand gundê Şêxurzêya Jêrin. Şêxzûrzê ji du beşan pê tê, jorîn û jêrîn. Di wê demê de li Şêxurzaya Jorîn şerên giran diqewimîn. Me xwe li gorî du komên biçûk dabeş kir, da ku balafirên keşfê bi me nehisin û me berê xwe da gundê Şêxurzaya Jorîn da ku piştgiriya hevalên xwe bikin, me cihê xwe li hin nuqteyên ku şervanên me girtibûn, girt. Top û fuz li ser gund dibariyan û leşkerên û çeteyên dewleta Tirk derbasî gund bibin, hevalên me biryar girtin ku bihêlin çete derbasî gund bibin da ku nêzî hevbin, paşê wê neçar bimînin ku topên xwe yên li ser gund rawestînin, li ser vê yekê me şer kêm kir û me derfet da dijmin ku pêş de werin, em jî bi ser nuqteyên wan de çûn, di navbera me û wan de şerên bi çekên sivik û navîn rû da, paşê gihişt asta şerê bi bombeyên destan, di navbera me û wan de malek an jî dîwarek hebû, rexmî ku hejmara me ne qasî çareya dijmin bû, me dikarî derbeyên giran li wan bidin, ku neçar me ji gund vekişin. Rexmî ev şer tecrubeya min a yekem bû û li gel dijwariya şer û nêzîkbûna dijmin ji me ve ev şer hêz û coş dida min her wiha moralê min bildin dikirin, me derbeyên giran li wan dida, bêyî ku kes ji hevalê me şehîd bibe.”

Agirî di berdewamiyê de dibêje: “Şer bi dijwariya xwe didomiya, em ber bi nuqteyeke din ve pêş de çû û ji malekê diçûn yek din, ji nişkê ve hevalekî me li nêzî min ket, min lê meyze kir, xwîn jî dihat, destpêkê ev dîtin ji bo min wekî kirîzekî bû, ji ber ku cara yekem ku ez birîndar an şehîdekî dibînin, ez li cihê xwe mam, min nedikarî bilivim, hevalê birîndar gazî min kir, alîkarî ji min xwest ku ez rextê wî deynim, li ser dengê wî ez hişyar bûn, min hêza xwe kom kir û min berê xwe da wî û rextê wî jê kir û birîna wî girêda da. Hevalê birîndar hewl dida moral bide min, digot netirse rewşa min baş e, em ê bi hev re şer bikin ta çeteyan ji vir derxînin.

Piştî min birîna wî girêda, ji jê xwest bila xwe newestîna ta heval werin wî derman bikin, lê guhdar nekir û şer berdewam kir, dema min lê dinêrî ez bi hêztir dibin, dîsa min cihê xwe girt û şer berdewam kir, piştî çend kêliyan dengê guleyan ji aliyê dijmin ve kêm bû, wê demê hevalan xwe gihandin me û gotin ku çete ji gund direvin. Me hevalê xwe yê birîndar rakirin eniya paş gel nuqteya tenduristiyê li gundê Şêxurzaya Jêrîn û me xebatên paqijkirina gund berdewam kir, me termên du çeteyan li gund dîtin, ku ku artêşa dagirker û çeteyên wê dema reviya cenazeyên kuştiyên xwe li pey xwe hiştin, di nava çend saetan de me gund bi temamî rizgar kir.”

Cenga li hemberî balafiran

Agirî Hawarê destnîşan kir ku piştî rizgarkirina gund balafiran dest bi êrîşan kirin û wiha pêde çû:”Piştî rizgarkirina gund û qewitandina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê fermandariyê daxwaz kir ku em cihê xwe bigirin û tedbîrên parastinê bigirin, ji ber dihat texmînkirin ku dewleta Tirk balafiran bixin dewrê de, nemaze ku hemû çete ji gund reviyan e, li ser vê yekê şervanên pispor ên mayînan li derdroa gund mayîn çandin, ji ber îhtîmalek mezin hebû ku çete piştî balafiran dîsa derbasî gund bibin. Hîna me tedbirîn digirtin dengê balafirên şer û keşfê ji herêmê hatin bihîstin.

Balafiran dest bi bomberdûmana gund kirin, di heman demê de tank û obus jî dihatin bi karanîn, me gund û derdora wî cihê xwe girt, beriya şevê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî bi desteka balafir û obusan ber bi gund ve dihatin, em vegeriyan û komên xwe bi rêxistin kirin û em li gund û derdora wê belav bûn da ku bersiva êrîşan bidin. Dema dijmin nêzîk bû me êrîşên xwe li hemberî wan zêde kir, leşker û çete tevlî tank û banzêrên xwe rawestiyan, dema ku tankek nêzî gund bû, mayînên ku me çandibûn bi wan ve teqiya, hemû çeteyên di tankê de mirin, li aliyekî din jî me topên hawn û çekên navîn bi kar anîn da ku pêşdeçûnên wan asteng bikin.

Balafirên şer her êrîşên xwe yên ser malan û her deverê gund didomand, êdî cihekî ku em xwe lê bigirin ku me ji balafiran biparêze zehmet bû, tenê şikeftek hebû ew jî wekî nuqteya me ya tenduristiyê dihat bikaranîn.

Bi saetan me li hemberî balafiran berxwedanî kir, piştre fermandariyê biryara vekişandinê ber gundê Şêxurza Jêrîn ve da, li ser vê yekê me li gorî komên biçûk ji gund derketin û me berî da Şêxurza Jêrîn û me nuqteyên xwe girtin.

Çeteyan ji gundê Şêxurza Jorîn ku dagirkiribûn, dest bi topbarana gundê Şêxurzaya Jêrîn kirin, me li hemberî êrîşan wan bersiv dida, ji nişka ve topek li nêzî me ket û parçeyekê wê li lingê min ket û birîndar bûn, şervanekî YPG‘ê bi navê Azad min bir cihekê bi ewlet û birîna min girêda, got ku ew hevalan me bibin nuqteya tenduristiyê, min got ku birîna min ne ewqas giran e, dikarim şer berdewam bikim, wî qebûl nekir got wê şer berdewam bikin heya dagirkeran ji gund derxînin. Heval hatin û ez birim nuqteya tenduristiyê, piştî çend kêliyan agahiyek hate ez pê xemgîn bûm, got Azad şehîd bû.”

Çekên kîmyewî li hemberî me hatin bi karanîn

Hawarê di berdewama serpêhatiyê de got: “Hêzên dagirker li hemberî berxwedaniya me ku derbeyên giran li çeteyan dan, bi balafiran êrîşî gundî Şêxurzaya Jêrîn kir, balafirên wan erd dijehand, di şkeftê de me hîs dikir. Bi şevê biryar hat ku em ji gund vekişin da ku hevalên me şehîd nebin.

Li ser vê yekê me alîkar xwest da ku birîndaran rakirin, Hate xwestin ku em zû derkevin ta hevalên din bi me ve werin. Me riyek hemû dar û zehmete girt û em ji şkeftê derketin da ku balafirên keşfê bi me nebînin. Ew roj pir sar bû û birana hûr dibariya, çend deq derbas bû bêhnek ecêb hat û nefesa me me asteng kir, me nedikarî rêya xwe temam bikin, em li nav daran belav bûn, hevalek bi me re bû çermê werimî û sor bû û me xwêdan girt, hevalek got ku em rastî çekên kîmyewî hatine. Piştî ku baranê xurt kir, êdî bandora madeya kîmyewî li ser me çû, hêdî hêdî me li ser hiştê xwe hatin û me riya xwe berdewam kir, meşa me sivik bû, ji ber ku birîndar bi me re bûn, min jî xwe spartibû milê hevalekî û pê re dimeşiyam. Piştî nîv saetê koma bi me dihat gihişt me, min û hin hevalên birîndar li erbeyê siwar kirin û birin nuqteya tenduristiyê.”

Ji Şêxurzê ber bi berxwedana gundê Qîlê ve

Şervana YPJ‘ê Agirî Hawarê di berdewama parvekirina xwe de anî ziman ku piştî li Efrîn hate tedewîkirin ew û hejmareke şervanên din şandin herêma Cindirêsê û got: “Fermandariyê komeke hereketlî ya çalakiyên bi bandor ava kir, min xwest di nav vê komê de cihê xwe bigirim, destpêkê qebûl nekirin ji ber ku tecrubeya min nû ye, lê bi îsrara xwe beşdarî kom bûm, da ku tola şehîdan rakim.

Hate xwestin ku koma me biçe gundê Qîlê yê herêma Cindirêsê, li ser vê yekê me berê xwe da gundê û nuqteyên xwe girtin, 10 roj bûn em li gund man, me çalakî pêk di anîn û vedigeriyan nuqeya xwe, çeteyan nedikarîn ber bi gund ve gavekê bavêjin, wekî hertim dema bê çare dimînin balafiran bi kar tînin.

Êrîşên hewayî gelek malên gund rûxandin, hejmarek şervanên me birîndar bûn, me alîkarî xwest ku birîndar ji vir bêne veguhestin, heval bi me hev hatin û birîndar rakirin, koma me yak u ji 6 kesan pêk dihat, li gund ma, bi lez em ji cihekî diçûn cihekî din û şerên çeteyan dikir, di heman demê de me xwe ji balafiran diparast.

Me bersiv dida ku nehêlin çete nêzî gund bibin, her ku diçe êrîşên xwe li ser gund dijwar dibûn, top û fuzên wan wekî baranê dibariyan, êdî cih nema ku em xwe veşêrin. Li hemberî bi sedan leşker û çeteyan û balafiran wan me şer kir. Pişre me pilana kir ku bihêlin çete derbasî gund bibin da ku rê li ber êrîşên hawayî bigirin, wisa bû. Dema ku çete derbasî gundê Qîlê bûn, şerê sîng sîng dest pêk kir, di heman demê de me bombeyên destan hatin bi karanîn. Li virî çeteyan ziyanên mezin canî û madî dîtin.

Dijmin ji sê aliyan ve em xistin çemberê û ji hemû aliyan ve êrîş dikin, di encamê de 4 hevalên me şehîd bûn, ez û hevalekî din man. Bi riya telefona bêtêl me peywendî bi fermandariyê çêkir û xwest ku qewetê bişînin, gotin hevalê hewl xwe bighînin wê li ji ber balafir li her deverê bombeyea dibarîn, nikarin pêşde biçin, her wiha fermandariyê xwestin m ji vegerin eniya paş.didin bi me ve werin lê bi zehmetî ji ber balafirên nikarin pêşde biçin. Fermandariyê. Mal bi mal û kolan bi kolan me çeteyan didan. Çeteyan texmîn dikirin ku gelek şervan li gund mane lewra nêzî nedibûn. Fermandariyê diyar kir ku ew balafirên keşfê dişopînin û xwestin ber êvarî em ji gund vekişin. Piştî demeke kurt em vekişiyan eniya paş. Bi lez di nava daran û newalan de me xwe gihand cihê ku fermandariyê diyar kirin, li wir dengê hevalan dihat gazî me dikirin, digotin di nava daran de, herî dawî me xwe gihand wan û ber bi nuqteyan wan ve çûn.”

Şervana YPJ‘ê Agirî Hawarê li gelek gund û navçeyan û bajêr Efrînê şerê dagirkeran kir, Agirî di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Dagirkirin nayê wateyan têkçûyîna di şer de, berxwedana Efrînê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome ta kanton ji dagirkeran rizgarbibe.Em heyfa şehîd, birîndar û gelê Efrînê hilînin.