Pelda Arşîmet, yek ji mudawîmên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ye ku 127 roj in didome. Hevserê wê Ekrem Yapici yek ji 14 çalakgeran e. Arşîmet ji bo greva birçîbûnê got, “Ez di nava 5 mehên herî bi dawî yên jiyana xwe de me.”

Pelda Arşîmet, yek ji mudawîmên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ye ku 127 roj in didome. Hevserê wê Ekrem Yapici yek ji 14 çalakgeran e. Arşîmet ji bo greva birçîbûnê got, “Ez di nava 5 mehên herî bi dawî yên jiyana xwe de me.”

Pelda Arşîmet a ji navçeya Farqînê ya Amedê, di emrê zarokatî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Xalê wê û endamên din ên malbata wê ji salên 1980’ê û vir ve di nava têkoşînê de cih digirin. Arşîmet jî bi bandora wan vê kevneşopiyê didomîne. Hîn 15 salî bû li Amedê dest bi karê ciwanan kir. Piştre bû rêveberiya partiyê ya DBP’ê, cihê xwe di karê jinan û sendîkayî de girt, sala 2016’an hate destgîrkirin û girtin.

Wê demê hevserê wê Ekrem Yapici jî heman kar dikir û 3 mehan pê re di girtîgehê de ma. Pelda Arşîmet piştî ku ji girtîgehê derket, karên xwe yên siyasî ji cihê mayî domand. Hevserên Arşîmet li gel zext û şîdeta dewleta Tirk xwestin li cih û warê xwe bimînin, lê belê ji ber ku derfet neman, neçar man sirgûn bibin. Pelda Arşîmet û Ekrem Yapici berî 6 mehan hatin Fransayê. Piştî demeke kurt bihîstin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê greva birçîbûnê dest pê dike.

‘LI KU DIBE BILA BIBE, YA GIRÎNG TÊKOŞÎN E’

Her du jî dixwazin tevlî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bibin. Lê belê “Însiyatîfa azadî ji Abdullah Ocalan re” daxwaza Ekrem Yapici qebûl dike, ya Pelda Arşîmet red dike. Lê Pelda Arşîmet naxwaze hevrêyê xwe bi tenê bihêle. Ji ber vê yekê li navenda ku greva birçîbûnê 5 meh in didome tevî endamên komîteya amadekar tevdigere. Ji bo kêliyekê jî wan bi tenê nahêle. Ji malê ye.

Pelda Arşîmet bi xwe li Strasbourgê jî be aqlê wê li cihekî din e. Dayika wê Fatma Arşîmet a 45 salî li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ye. Dayika Arşîmet nexweşeke giran e. Ji ber vê yekê timî li wê difikire. Du birayên Arşîmet jî ji ber zext û zilma dewletê tevlî nava refên gerîla bû. Ew jî li sirgûnê ye.

Lê belê sirgûnî û dûrmayina ji xaka xwe wê ji têkoşînê venagire. Pelda Arşîmet dibêje, “Amed jî, Strasbourg jî ji bo min keleha berxwedanê ne. Kurd 20 sal in li vî bajarî li ber xwe didin. Ev der êdî parçeyek ji têkoşîna me ye. Em li ku dibin bila bibin, ji bo me ya girîng berxwedan e, têkoşîn e.” Ji bo greva birçîbûnê ya 127 roj in didome jî dibêje, “Ez di nava 5 mehên herî bi wate yên jiyana xwe de me.”

Baweriya xwe ya ji bo serketinê jî wiha tîne ziman: “5 meh in her kelî, her deqe, her roj em bi ser dikevin. Em tenê li benda dema tacîdarkirinê ne. Em vê yekê di nêzîkatiya faşîzan û dijminane ya AKP’ê de jî dibînin. Ev yek nîşan dide ku em bi ser ketine.”