Hevserokê Saziya Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo bal kişand ku Efrîn veguheriye navendên êşkencexaneyan û agahî ji 6 hezar welatiyên sivîl ên Efrînê ku li girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne nayên girtin.

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser rewşa dawî ya Efrînê û kiriyarên ku li Efrînê tên meşandin axivî û destnîşan kir ku Efrînê bûye nevenda êşekenceyan her wiha bang li hemû saziyên navneteweyî kir ku tiştên li Efrînê dibin dervayî mirovahiyê ye.

‘EFRÎN BÛNE NAVENDÊN ÊŞKENCEXANEYAN’

Şêxo diyar kir ku piştî Efrîn hat dagirkirin çeteyan bi erêkrina dewleta Tirk dest bi revandina sivîlên Efrînê kirin û li hemberî azadiya wan pere ji malbata wan xwastin û wiha got: “Nêzî 50’î kom li Efrînê heye û her komeke zîndana wan cuda ye. Zîndana wan a navendî li gundê Marêtê ye û du beşan di nav xwe de dihewîne beşek ya sivîlan e û beşek jî ya leşkeran e. Her wiha zîndana polîsên leşkerî di dibistana bazirganiyê ya bajara Efrînê de hatiye bi cih kirin, li kêleka wê jî zîndana ewlehiya siyasî di kolana Vîlat de bi cih kirine. Ji derveyî van jî yên ku sûcên wan giran derbasî zîndan Merê, Raî û Ezazê dikirin. Di hemû van zîndanan de hejmereke mezin ji Efrîniyan hene her wiha nêzî 6 hezar Efrînê hatiye revandin û hinek ji wan jî derbasî zîndanên dewleta Tirk bûne û beşek jî agahî li ser wan nînin.

‘DI NAVA ŞERTÊN XIRAB ÊN ZINDANÊ DE NE’

Şêxo bal kişan ser rewşa sivîlên Efrînê yên li zinadanan û got: “Rewşa Efrîniyan di zîndanan de bi rastî pir xerab e. Bi taybet di girtîgeha Ezazê de ya ku di bi serweriya koma Asifet El-Şemal (Bahoza Bakur) de, rewşên herî xerab di wê zîndanê de tê pêk anîn, xwarin û verxwarin pir kêm e. Di warê tenduristî de pir xirab e, lê li gel vê jî êşkenekirin di asta herî jor de ye. Dîsa zindanên Efrînî û yên din jî ji hev cuda ne.”

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo bi domdarî got: “Piştî miha Adarê weke tê zanîn vîrûsa koronayê bi awayekî lez di cîhanê de belav bû her wiha piranî dewlet di girtîgehên xwe de tedbîrên tenduristî giritin, lê herêmên ku di bin serweriya çeteyan de ti tedbîr lizîndanan nehat çêkirin. Her wiha weke zîndana gundê Maratê nêzî 900 kes lê hene û di zîndana polîsên leşkerî de 4 ode heye û di her odeyekê de nêzî 50 kes dimînin. Efrîniyên ku di zîndanan de agaî dayîn diyar kirin ku dema ew nexweş dibûn doktor an jî derman ji wan re nedanîn heyanî ku pereyan bidin. Li kêlekê wê jî her odeyekê berdaqek av û berdaqek tenê didanê ji bo xwe têr bikin. Ji ber wê em dikarin bêjin dewleta Tirk û çerteyên wê hemû mefê mirovahiyê binpê dike. Ji ber ku her mirovek ji mefê wî ye ku bixwe, vexwe, bi tenduristî bijî û perwerde bibe.”

Şêxo bal kişand li ser agahiyên ku ji wan re tê şandin û wiha pêde çû: “Ji ber saziyên mafên mirovan li Efrînê nîne her wiha ragihandinên fermî li herêmê tune; ji aliyê girtina agahiyan ve pir zehemetiyan dikişînin. Ji ber wê kesên ku ji Efrîn berê xwe dane Şehbayê çîrokên xwe ji me re dibêjin û bi rêya wan çîrokan em agahiyên xwe kom dikin.

‘250 HEZAR DAR HATINE QÛTKIRIN, 6 HEZAR SIVÎL WINDA NE’

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo qala qirkirina xwezayê kir û got: “Bêtirî 250 hezar dar hat qutkirin, bêtirî 6 hezar kes hatine revandin û şûnwarên dîrokî yên li Efrînê her roj tên talankirin û dizîn. Ji ber wê bi rêya van bipêkirinan nasnameya Efrînê tê guhetin. Ji bilî wan jî mal û milkên Efrîniyan tên firotan her wiha welatiyên navçeya Şiyê pereyan didin ji bo ku ji malên wan neyên derketin.

‘BIÇIN EFRÎNÊ BI ÇAVÊ XWE BIBÎNIN’

Di dawiyê de îbrahîm Şêxo bang li hemû saziyên navneteweyî kir ku berê xwe bidin herêma Efrînê û wiha got:”Em Çiqas binpêkirina çeteyan li Efrînê bînin ziman jî, têrê nake. Ji ber em rêxistina mafê mirovan a herêma Efrînê bang li hemû sazî û dezgehên mirovî dikin ku berê xwe bidin herêma Efrînê û binêrin çi bipêkirin li ser sivîl û herêma Efrînê de tên kirin.