Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin 18’ê mijdarê ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” tê lidarxistin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê HEDEP’a Êlihê Seyît Bîlal Evren banga tevlibûnê li herkesî kir.

Seyît Bilal Evren, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hem li dijî hiqûqa navxweyî û hem jî li dijî ya navneteweyî ye û got:

Divê demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Çavkaniya gelek pirsgirêka tecrîd e. Heke tecrîd dabe gelek pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.

Projeyên birêz Abdulah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şansekî mezin in.

Hevserokê HEDEP’ê yê Batmanê Bîlal Evren, axavtina xwe wiha domand.

D kûrkirina tecrîdê de kêmasiyên rêxistinên sivîl ên civakî yên demokratîk û partiyên siyasî jî hene. Ji bo tecrîd rabe ber bi Gemlîkê ve meş wê bê lidarxistin. Ji bo ev meş bi girseyî bibe û encamek bê bidestxistin xebatên me dewam dikin. Bernameyek hatiye amadekirin. Ji bo ev tecrîd were rakirin em ê bi gelê xwe re li qadan bin. Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Tiştên li Îmraliyê diqewimin sûcê mirovahiyê ne. Li dijderketina vî sûcî peywira mirovahiyê ye.