PDK bazara xwe ya li ser destketiyên Kurdan a bi hêzên herêmî re dewam dike. PDK ku li Kurdistanê siyaseta ‘ya tu ya min e, ya jî tu ya dijmin e’ dimeşîne, bênavber derbê li destketiyên Kurdan dixe û sebra gel difûrîne.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li pey tifaqa AKP-MHP’ê, li ser daxwaza dewleta Tirk cihê xwe di nava wan planan de digire ku derbê li destketiyên Kurdan dixe.

PDK ji Efrînê heta Bradostê, ji Behdînanê heta Rojava û ji Zînî Wertê heta Mexmûrê li ser daxwaza dewleta Tirk bazariyê li ser destketiyên Kurdan dike. Niha jî Şengal xistiye nava vê bazariya xwe.

PDK’ê ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji ber êrişên DAÎŞ’ê û di Cotmeha 2017’an de jî ji ber êrişên artêşa Iraqê û Haşdî Şabî hêzên xwe ji herêmê vekişand, di 9’ê Cotmeha 2020’î de jî bi hikumeta navendî ya Iraqê re li ser Şengalê mohra xwe danî binê peymaneke nû.

Peymana ku bi binpêkirina îradeya Kurdên Êzidî hate amadekirin, ji aliyê Êzidiyan ve weke “Firotina Şengal û Êzidiyan” û “Dewama Fermanê” hate pênasekirin û bû sedema nerazîbûneke mezin.

PDK ku heqê xwe dibîne li ser Kurdên li derveyî xwe jî biaxive û biryarê bide, demeke dirêj e li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, li dijî hêzên din ên Kurd bi hêzên herêmî re bazariyê dike.

PDK ku li dijî PKK’ê bi dewleta Tirk û hemû hêzên din re bazariyê dike, piştgiriya siyasî, leşkerî, îstîxbaratî, dîplomatîk û aborî dide êrişên hêzên navborî. Di vê mijarê de pratîka xwe ya destpêkê jî di dagirkirina Efrînê de kir.

ROLA PDK’Ê YA DI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DE

Dema ku dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, dûvikê PDK’ê yê li Rojava ENKS’ê tevî 6 tabûrên xwe bi navê cuda cihê xwe di nava êrişên dagirkeriyê de girt. Ne xema PDK’ê bû ku ev komên êrişkar di dema êrişên xwe de ala herêma Kurdistanê bi kar bînin.

BAZARIYA PDK’Ê YA LI SER BRADOSTÊ

Di sala 2019’an de PDK’ê ji sînorê Rûbarok û Şemzînanê heta bi herêmên Mêrgesor, Soran û Çomanê yên Başûrê Kurdistanê qadeke berfireh li dagirkeriya dewleta Tirk vekir û girên bilind ên li herêmê radestî dewleta Tirk kir. Bi vê gavê re pêşî li êrişên dewleta Tirk ên li ser Xinêrê vekiribû.

ROLA XWE YA DI DAGIRKIRINA GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ DE

Heman PDK’ê, dewam ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest bi êrişên ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê kir, kete nava hewldana ‘rewakirin’a dagirkeriya dewleta Tirk. Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di 5’ê Mijdarê de li Hewlêrê di konferanseke navneteweyî de îdîa kir ku “Ti pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re nîne, pirsgirêka xwe bi PKK’ê re heye” û got, “Yekane daxwaza me ew e ku Kurd xwe ji PKK’ê vegirin.”

AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an piştî ku nûnerê MÎT’ê yê li Başûrê Kurdistanê Osman Kose li Hewlêrê hate kuştin, PDK’ê êrişên xwe girantir kir. Piştî kuştina Kose yê MÎT’ê, PDK’ê ambargo danî ser Kampa Mexmûrê û vê ambargoyê jî zêdeyî salekê didomîne.

PDK êrişên dewleta Tirk ên li ser kampê rewa dike. Piştî êrişa 16’ê Nîsana 2020’an a dewleta Tirk a li dijî sivîlên Mexmûrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî got, “Kampa Mexmûrê ji bo karên leşkerî tê bikaranîn” û hewl dabû êrişê mafdar nîşan bide.

GAVA PDK’Ê YA LI ZÎNÎ WERTÊ

PDK’ê di Nîsana 2020’î de vê carê li dijî Zînî Wertê gavek avêt. Li herêma Zînî Wertê ku ji aliyê îdarî ve herêma YNK’ê ye pêşmergeyên xwe bi cih kir, hewl da herêmên Raperîn û Soran ji hev qut bike û bi vî rengî dagirkeriya dewleta Tirk hêsan bike.

Piştî ku PDK çû herêmê balafirên şer ên Tirk bombe li nuqteyên gerîlayên HPG’ê barandin, di êrişê de 3 gerîla şehîd bûn. Li gel nerazîbûna raya giştî ya Kurd, PDK’ê îdîa kir ku ya hatiye kirin tedbîrên di çarçoveya vîrûsa koronayê de ye û ji vê gava xwe venegeriya.

ROLA LI HEFTANÎNÊ

Karê PDK’ê yê avakirina bingehê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re di dema êrişên li ser Heftanînê de jî dewam kir ku meha Hezîranê van êrişan dest pê kirin. PDK ku li pêşberî bombardûmana balafirên şer ên Tirk a li ser gelê Başûrê Kurdistanê bêdeng e, hin hêzên xwe di bin navê parêzvanên sînorê Iraqê li başûr û başûrrojavyê Heftanînê bi cih kir û hewl da dagirkeriyê hêsan bike. Bi heman rengî rêgeha Zaxo-Behdînanê li artêş û îstîxbarata Tirk vekir û ji başûr ve di dorpêçkirina Heftanînê de rol lîst.

HELWESTA LI DIJÎ BERXWEDANA ŞELADIZÊ Û BAMERNÊ

Di heman demê de gelê Behdînanê bi taybetî jî şêniyên Bamernê û Şeladizê ku li ber dagirkeriyê rabû, kir hedefa dewleta Tirk û hewl da bi destgîrkirin û gefan bitepisîne. Di 20’ê Hezîranê de di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de 5 ciwanên ji Şêladizê hatibûn qetilkirin. Hin ji wan ciwanan jî di sala 2019’an de bi ser baregehên dewleta Tirk ên li herêmê ve meşiya bûn. Malbatên zarokan jî diyar kirin ku zarokên wan bi îstîxbarata ku asayîşa PDK’ê dan, hatin qetilkirin.

GAVA LI DIJÎ ŞENGALÊ

Ji Başûrê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê, PDK’ê cihê xwe di her gaveke dewleta Tirk de girt. Mehên dawî jî çav berda Şengalê. PDK’ê li dijî Şengalê û Êzidiyan dest bi propagandayeke mezin a reşkirinê kir. Ev gava xwe jî li gel hikumeta navendî ya Iraqê avêt.

Piştî ku Mûstafa Kazimî yê alîgirê DYE’yê li Iraqê bû desthilatdar û Fûad Hisên ê PDK’î bû Wezîrê Karên Derve, gava destpêkê ya têkildarî plana li dijî Şengalê hate avêtin. Alîkarê Wezîrê Destpêkê yê ji Rojhilata Nêz Berpirsyar ê DYE’yê Joey Hood meha Tebaxê di brîfîngekê de axivî û ji Hewlêr, Bexda û Enqereyê xwest ku “di bin şêwirmendiya DYE’yê” de bi hev re bixebitin. Bi vê daxwazê re bal dikişand ser piştgiriya derve ya ji bo vê planê.

PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ YA JI BO BAZARIYA QIRÊJ

Di encamê de jî PDK’ê û hikumeta navendî ya Iraqê di 9’ê Cotmehê de di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Iraqê Jeannîne Hennîs-Plasschaert li ser Şengalê peymanek mohr kirin. Di peymanê de ku îradeya Êzidiyan ji nedîtî ve hatin, hate ragihandin ku di mijarên ewlekarî, îdarî û ji nû ve avakirinê de li hev kirine.

KOMPLOYA LI DIJÎ ÊZIDIYAN

Dema ku mirov bala xwe didin ser detayên peymanê hingî dibînin ku mijarên ‘Pêşmerge wê venegerin Şengalê”, “Qeymeqamê PDK’î wê wezîfeyê bike” û “Hikumdariya berê ya PDK’ê wê dewam neke” derdikevin pêş. Di xaleke peymanê de tê gotin, “Li Şengalê û derdora wê wê dawî li hebûna PKK’ê û hêzên ser bi wê ve bê anîn, wê destûr neyê dayin ku hêzên ser bi PKK’ê ti roleke xwe hebe”. Ji vê xalê jî tê fêhmkirin ku nêta PDK’ê ji vegera li Şengalê bêhtir, dixwaze derbê li Êzidiyan bixe ku li herêmê bûye xwedî îrade.

Di peymanê de navê PKK’ê tê bilêvkirin û êriş li rêxistiniya Êzidiyan tê kirin. Hêzên HPG’ê ji xwe piştî ku Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin di Nîsana 2018’an de bi rengekî fermî ji Şengalê vekişiya bûn.

LI SER ‘HERÊMÊN CIHÊ NÎQAŞÊ NE’ BAZARÎ TÊ KIRIN

Piştî vê lihevkirina PDK’ê ya li ser Şengalê tê gotin ku PDK têkildarî Kerkûk, Germiyan û herêmên din ên cihê nîqaşê ne ji bo heman lihevkirinê bike dest bi bazariyan kiriye.

HEDEFEKE DIN JÎ ROJAVA YE

Ev gavên PDK’ê ku li ser Kerkûkê û tevahiya Başûrê Kurdistanê gefeke mezin e, di heman demê de gefê li Rojava jî dixwe. Ji ber ku PDK’ê di heman demê de li ser sînorê Rojava-Başûr demeke qereqolên nû çêdike, xendekan dikole û hêzên xwe lê zêde dike.

MÎNA KU DI REFEANDÛMÊ DE KIR HESABÊN ŞAŞ JINÛVE DIKE

PDK ku li dijî destketiyên gelê Kurd li Rojava bi komên çete yên cîhadîst û dewleta Tirk re tevdigere, li Behdînanê bi dewleta Tirk, li Şengalê jî bi hikumeta navendî ya Iraqê re tevdigere, bi van gavên xwe hesabê wê dike ku hêzên herêmî û navneteweyî pêşî lê veke. Lê belê PDK çawa ku di ‘referandûma serxwebûnê’ ya sala 2017’an de şaşitî kir, heman hesabên şaş dike.

Hêzên ku PDK niha tifaqê bi wan re dike, di referandûma 2017’an de li dijî Kurdan ketibûn nava liv û tevgerê û tankên xwe ajotibûn ser sînor. Di dawiyê de jî ji ber hesabên şaş ên PDK’ê nêzî nîvê xaka Başûrê Kurdistanê ji dest çûbû. PDK’ê bi heman rengî tişta ku ji dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hêvî dikir bi dest nexist.

SEBRA GEL DIFÛRE

Ev gavên ku PDK’ê salên dawî avêtiye û diavêje êdî di nava gelê Kurd de weke ji “hesabê şaş” wêdetir, weke “bazarî û nokeriyê” tê dîtin. Lewma nerazîbûnê mezin dike. Tê meraqkirin ku PDK wê li hemberî vê hêrs û nerazîbûna mezin çawa raweste.