Tabletek ku nû hatiye çêkirin, dikare ava gemarî zû paqij bike û pirsgirêka nebûna avê ya global kêm bike. Tableta hîdrojel lîtreyek ava çem dikare di nava saetekê yan jî zûtir de dezenfekte bike û bike ku karibe bê vexwarin.

Ev tableta hîdrojel gelekî bi kêrhatî tê bikaranîn, berhemdar e û li pey hev dikare bê hilberandin.

Mirov ji bo avê paqij bike bi giranî avê dikelîne yan jî pastorîze dike. Lê belê ev yek hem demeke dirêj dewam dike, hem jî enerjiyeke zêde jê re pêwîste. Hîdrojelên taybet ji bo di asta ji sedî 99.999 de bakteriyan notralîze bike, perotsîtê hîdrojen hildiberîne. Perosîtên hîdrojenê tevî parçeyên biçûk ên karbonê yên aktîf êrişî pêkhateyên hucreyên bingehîn ên bakteriyan dikin û metabolîzmaya wan xera dikin.

Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi enerjiyê nîne. Her wiha bandoreke xwe ya neyînî jî nîne. Ji ber ku piştî paqijkirina avê tiştekî li pey xwe nahêle, hîdrojel bi hêsanî dikare bê derxistin.