Ji bo girtiyên li Benda Masiyên Gola Wanê tên xebitandin, mehane tenê 250 TL tê dayin.

Dema koçkirin û zêdebûnê ya Masiyên Gola Wanê dest pê kir. Ji 15’ê Nîsanê heta 15’ê Tîrmehê girtina masiyan qedexe ye. Deverên sereke yên ku masî lê zêde dibin, çemên li Erdîşê ne. Çemê Delî Çay ê ji ava çiyayê Tendurekê, navenda zêdebûnê ya Masiyên Gola Wanê ye. Her sal bi milyonan masî ji vî çemî koç dikin.

Li cihê ku çemê Delî Çay û Gola Wanê digihêjin hev, Benda Masiyan heye. Her sal bi hezaran kes serdana vê derê dikin. Masî bi giranî di mehên Gulan û Hezîranê de koç dikin. Benda Masiyan ku beriya niha mirov bêpere dikarîbûn bihatin û li koça masiyan temaşe bikira, niha bûye bi pere. Rayedarên dewletê kirine ku her kesên dixwazin li Benda Masiyan li koça masiyan temaşe bikin, divê 2 TL bidin. Ji wesayitan jî 10-35 TL tê xwestin. Welatî nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin.

Tevî vê yekê, girtiyên li Girtîgeha Vekirî ya Erdîşê li Benda Masiyan tên xebitandin. 30 girtî rojane 10 saetan tên xebitandin. Di berdêla wê de jî mehane tenê 250 TL ji wan re tên dayin.