Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 148 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yagiz didomin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir belavî her devera Kurdistan û derveyî welat bû. 

Greva birçîbûna ya Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê destpêkiribû di roja 148’an de bi biryardarî dewam dike. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj giran dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî 125 roj in didome. Çalakî ji aliyê koma 63’an a welatiyên Ewropa yên ji Elmanya, Katalonya û Spanyayê ve tê domandin.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 53 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Greva Gulebax Celal jî di roja 32’an de bi biryardarî didome.

Li Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endama Koordîsansyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 88’an de ye.

Çalakiya bêdawî û bidorveger a hemwext li Saziya Malbatên Şehîdan didome bi koma 40’î di roja 122’an de dewam e.