WAN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Newroz bi mîlyonan kes beşdar bûn xetek girînge û got: “Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên xwendin. Vîna ku di Newrozê de derket holê, dê mohra xwe li sindoqên 31’ê Adarê bixe.” Li bajarên herêm û Tirkiyeyê, bi mîlyonan kes bi şîara “Teqez emê qezenc bikin” daketin qadan û Cejna Newrozê pîroz kirin. Ligel hemû astengî û ablukeyên dewletê jî, bi mîlyonan kes herikin qadan û bi awayekê pir zelal peyamên xwe dan. Bi mîlyonan kesên daketin qadan hirsa xwe ya li dijî tecrîda li Îmraliyê anîn ziman, xwestin daxwazên çalakgerên digrevên birçîbûnê bên qebûl kirin û gotin dê di 31’ê Adarê de “Qeyûm biçin.” Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ku beşdarî Newroza Wanê ya bi sedhezaran Wanî tevlîbûn û peyamên di Newrozê de hatin dayîn nirxandin. Temellî, diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê pir xurt derbas bûn û wiha axivî: “Tevlîbûnek xurt hebe. Li qadan em bi gel re hatin gelhev. Di serî de gelê Kurd, bi taybetî jî li Amed û Wanê, tevlîbûna Newrozê muhteşem bû. Li gorî çend salên derbas bûyî, tevlîbûnek xurt hebû.” ‘BI TECRÎDÊ RE GAV BI GAV BÊHIQÛQÎ Û BÊ EDALETÎ HAT HÛNANDIN’ Temellî, da zanîn ku îtîraza mirovan a yekemîn li dijî zext, zilm, tundiyê heye û wiha got: “Êdî kêr gihaye hestî. A duyemîn gel qeyûman qebûl neke û naxwaze vîna wê bê xespkirin. Bi awayekê topyekûn li dijî qeyûman îtîraz heye. Ya sêyemîn jî îtîraz li dijî tecrîdê heye. Ji ber ku hemû kes baş dizanîn ku ev pêvajoyên tên jiyîn bandora xwe ji tecrîdê digirin. Dinava 4 salên tecrîdê de, gav bi gav bêhiqûqî û bê edaletê hat hûnandin. Di her gavê de gel û mirov hîn zêdetir hatin mexdûrkirin. Her kes dizane ku ger wisan biçe, ev mexdûrbûn dê mezintir bibe. Ji ber vê dixwazin tecrîd bi dawî bibe û di vî warî de îtîrazên xwe tînin ziman û xwedî grevên birçîbûnê derdikevin. A çaran jî êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Krizek aborî ya pir cîdî heye. Dîsan tundiyek îktîsadî heye. Hemû mirov li dijî van her çar krîzan daketin qadan, îtîrazên xwe anîn ziman dibin yek û peyama ‘Em qebûl nakin’ dan. ‘VÎNA DI NEWROZÊ DE DERKET HOLÊ DÊ MOHRA XWE LI SINDOQAN BIXE’ Temellî, da zanîn ku vîna di Newrozê de derket holê dê mohra xwe li sindoqên 31’ê Adarê bixe û wiha bilêv kir: “Divê siyaseta heyî peyam û îtîrazên di Newrozê de derketin holê baş bixwîne. Desthilatdarî êdî nikare siyasetê bike. Bi tunebûnê re rû bi rû ye. Berî her tiştî divê vê baş bibîne.” ‘NEWROZ XETEK GIRÎNG E’ Temellî, bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke HDP’ê me alternatîfek danî holê. Me bi stratejiya xwe ji bo gelên Tirkiyeyê, alternatîfa demokrasiyê danî holê. Ji bo siyaset bêçare mayî, me çareserî ava kir. Me ev bi HDP’iyan û bi gelê xwe re avakir. A rastîn vê binesaziyê li qadên Newrozê, serketina vê stratejiye pîroz kirin. Ji ber ku paşvexistina AKP û MHP’ê zor û zehmet xuya dikir. Niha hemû kes bi afiyeta demokrasiyek pir mezin li benda 31’ê Adarê ye.” MA / Yasîn KobulanParve bike:
Related Posts
NAVNÎŞANÊN ME
DAWÎ
- Li Tokatê teqîn çêbû, 7 kes birîndar bûn ku 5 ji wan cendirmeyên dewleta Tirk in 19/05/2024
- Ferîde Şingalî: 15 rêxistinên jinan yên Iraqê piştgiriyê didin pêngava TAJÊ 19/05/2024
- Li gelek bajarên welatên Ewropa Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn 19/05/2024
- Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas 19/05/2024
- Li Gavleborgê bîranîna şehîdan 19/05/2024
- Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye 19/05/2024
- Zulkuf Ûçar: Sîstema bêzarkirinê tê ferzkirin 19/05/2024
- 2024-05-18 -AHENG-MODERATOR: MEMO GUL-MÊVAN : CEWAD MERWANÎ 18/05/2024
- 2024-05-18 – VEDENGA ROJAVA-MODERATOR: KURDIYAR DIRÊHÎ- MÊVAN: RUKEN MELE ÎBRAHÎM-ENDAMA KOMISERIYA BILIND A HILBIJARTINÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ – MIJAR: HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYA XWECIHÎ LI B. ROJHILATÊ SÛRIYÊ 18/05/2024
- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derb li 2 çeperan xistin, 2 kamerayên mobesse jî îmhakirin. 18/05/2024
Categories
- Aheng (2)
- Aktuel Zazakî (5)
- AWAZÊN ÇIYA (2)
- BERNAMA JINEOLOJI (11)
- BERNAMA ROJEVA MEXMUR (11)
- BERNAMA SENGERA ROJAVA (15)
- BERNAMA STAR (1)
- BERNAMA TAYBET (78)
- BERNAME (8)
- BERNAME TAYBET (34)
- BERNAMEYA AHENG (2)
- BERNAMEYA DERGEHA WÊJE (11)
- BULTENA ROJE (13)
- ÇAND Û ZIMAN (301)
- ÇAPEMENÎ (10)
- ÇAPEMENIYA AZAD (76)
- CÎHAN (4,027)
- CIVAK (450)
- DAXWAZÎ (258)
- DENGE BERXWEDANE (4)
- DENGÊ HÊJÎN (1)
- DENGÊ JIYANÊ (9)
- DENGÊ ROJÊ (1)
- DENGÊ ŞÎLAN (11)
- DENGÛBAS (765)
- DILISTAN (29)
- DÎROKA PKK (1)
- DOKUMANTER (1)
- DOSYA TAYBET (1)
- GEŞEDANA ROJAVA (43)
- GIŞTÎ (741)
- HELBEST (1)
- HÊLÎ SÊ (28)
- HINDIK LÊ RINDIK (81)
- JI ŞEHBAYÊ (20)
- JIN (1,349)
- Jin aktuel (121)
- KÊLÎYÊN BI ROJÊ RE (1)
- KELIYEN HUNERE (10)
- KURDISTAN (6,796)
- LAPERÎ (9)
- NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ (13)
- NEWROZ (1)
- Nirxandina heftane (32)
- NÛÇE (1,057)
- NÛÇEYÊN CÎHANÊ (1)
- Pirs (152)
- RÊWÎYÊN ROJÊ (1)
- ROJANE (432)
- ROJEV (3,836)
- ROJEVA CIWANAN (1)
- ROJEVA JINÊ (27)
- ROJEVA ROJHILAT (32)
- ROJEVA WELAT (44)
- ROJHILATA NAVÎN (1,481)
- Rojî Heştem (24)
- TENDURÎSTÎ (21)
- Tîrêjên Rojê (132)
- Vedenga Rojava (2)
- vedenga rojava (4)
- Vedenga Rojava (8)
- XWEBÛN (1)
- ZAZAKÎ (6)