WAN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, beşdarî kongreya HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bû û diyar kir ku wan bi çerebe û tecrûbeyên xwe yên dîrokê HDP ava kiriye û wiha got: “Yê me bi hêz dike têkoşîna me ye. Yê têkoşîna me jî bi hêz dike bawerî û fikra me ye. Yê ku ev fikr û vîna siyasî pêş xist jî Berêz Ocalan e. Silav ji Birêz Ocalan re. Ev fikr tu carî nayên tecrîdkirin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi dirûşmeya “Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin” 2’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ya Beyaz Sarayê pêk anî. Di kongreyê de hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlanenterên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, yên Colemêrgê Saît Dede, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. li salonê pankarta “Jin jîyan Azadî” û alên HDP’ê hatin vekirin.

TEMELLÎ: HDP FIKRA OCALAN SLAV JI OCALAN RE

Kongre bi hilbijratina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên vekirinê hatin kirin Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, 6’emîn salvegera avakirina HDP’ê pîroz kir. Temellî diyar kir ku HDP îro 6 salî ye û wiha got: “Me 6 salên pir bi rûmet bi hevre derbas kir. Bi ked, têkoşîn û sekna we ya bi biryar em gihiştin îro. Me ne tenê 6 sal, me bi dehan sal li pişt xwe hişt. Tekoşîna salên 1960’an, 70’ê, 80’ê, 90’an, 2000’an heye. Me bi hêz û biryara vê têkoşân salên borî xwe bi hêz kir û heta îro hatin. Ji bo em HDP’ê fam bikin tenê 6 salên borî ter nake. Ji bo vê yekê divê em li dîrokê vegerin. Ji salên 70’ê de têkoşîna şoreşgerî çawa pêş ket. Têkoşina azadiya kurd di salên 80’an de çawa pêş ket divê baş û rast bê famkirin. Biryara têkoşînê û sekna me û dîsa li dijî zilm û zordariyê serî neteweandin sal bi sal em bêtir xurt kirin û anîn îro. Li pişt me têkoşîna 40 salan heye. Têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê heye. Bi bi van tecrube, cerebe û têkoşinê HDP ava kir. Beriya wê Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) hebû. Ya ku têkoşina me ava kir jî fikrek hebû. Yê ku ev fikr pêş xist û siyaset anî heta îro Birêz Ocalan e. Em slavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin.” Dema Temellî Ocalan silav kir, axaftina Temellî, bi çepik, lîrandinê demek dirêj hat qutkirin û girseya li salonê bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jîyan nabe” berz kirin.”

‘JI TIRSAN ÊRÎŞ DIKIN Û TECRÎD DIKIN’

Temellî, ku axatina wî bi dirûşmeyan qut bû dîsa berdewam kir û wiha got: “Ji ber ku ji Ocalan ditirsin wî tecrîd dikin. Ji ber ku ji me ditirsin bi hezaran hevalên me îro girtî ne. Ji ber ku ji HDP’ê ditirsin bê navber êrîşî HDPê dikin. Tişta ku jê ditirsin aştî, demokrasî û jiyana azad û mirovane ye. Ji heq, hiqûq û edaletê ditirsin. Ji ber vê yekê heq, hiqûq û edalet nehiştin. Rastî gel û HDP ye. Ji rastiyê ditirsin. Di 6 salên avakirina me de me 6 hilbijartin li pey xwe hişt. Di van hilbijartinan de li dijî me hemû bazar û îtîfaqên qirêj pêş xistin. Hemû cureyên zextan pêş xistin. Walî, Qeymeqam, midiriye polîsan û hemû rêbaz xistin meriyetê û mafê hilbijartina demokratîk xezp kirin. Tevî hemû astengî û zextan dîsa gel bi ser ket. Me 3 caran benda danî pêş me bi ser wan de hilweşand. Ji niha de dest bi hîleyên xebatên hilbijartinê kirin. Di gava ewil de hevalên me li Amedê binçavkirin û girtin. Em li ku xebatên hilbijartinê pêş bixin û têkoşîna demokrasiyê bidin li wir kampanya hilbijartinê ya AKP’ê derdikeve pêşberî me. EV kampanya AKP’ê binçavkirin, girtin e. Em dê hesabê vê yekê li pêş daraza serbixwe û bê alî bipirsin.”