Konvoya wesayîtan a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî tê de bûn li Tetwanê hatin sekinandin.

Rejîma AKP û MHP’ê piştî ku şaredariyên HDP’ê desteser kirin, ji bo nerazîbûna gel neyê dîtin çi ji destê wan tê, dikin. Polîs û jendirme ji bo ku siyasetmedar û gel neyên ba hev, hevdîtina wan asteng dikin.

RÊYA WAN HATE QUTKIRIN

Konvoya wesayîtan a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî tê de bûn li Tetwan Bedlîsê hatin sekinandin. Demeke dirêj nehiştin ku wesayît derbas bibin. Temellî û heyeta pê re piştî ku li benda pêşîn hatin sekinandin piştre li bendeke din a polîsan jî hatin rawestandin.

Ozturk got ku “Bi qestî rê hate qutkirin û rêzeke dirêj a wesayîtan çêbû. Em jî niha di rêzê de ne. Ji ber ku her du rê hatine girtin, em nikarin derbas bibin.”

LI WANÊ JÎ PÊŞIYA GEL HATE GIRTIN

Di têketina Wanê de li Westanê jî polîsan nehiştin ku gel biçin pêşiya Temellî, Ozturk û heyeta bi wan re. Polîs û jendirmeyan rêya Wan-Westanê girtine û nahêlin ku kes derbas bibin. Gel ê ku çûbû pêşiya Temellî jî li ser rê li benda wan e.