Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) a Mezepotamya, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermendan û Yekîtiya Rewşenbîran derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji aliyê
Endamê TEV-ÇAND’ê ya Mezepotamya Aram Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk bi feraseta faşîst, qirker, dagirkeriyê êrîş dike û êrîşên dawiyê yên li ser herêmê jî wekî parçeyek vê ferasetê hate pênasekirin.

Aram Hesen bibîr xist ku dagirkeran navendên gel ên jiyanî, xizmetguzarî û bînezasiyê bombebaran kirine, di van êrîşan de gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne.

Yek ji şehîdên bombebaranê jî kedkarê çandê sînemeger Mensûr Kerîmiyan e.

Aram Hesen diyar kir ku Mensûr Kerîmyan ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê bi hestên welatparêziyê xizmeta hunera Kurdistanê kir.

Mensûr Kerîmyan di çêkirina fîlmên Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê û Evîna Kurd de cihê xwe girt. Herî dawiyê ji ber zextên rejîma Îranê çûbû Rojavayê Kurdistanê.”

TEV-ÇAND’ê got: “Em ê bi afrandina hunera şoreşgerî, rûyê dijmin yê reş derxînin holê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”