Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê piştî ku ji bo çareserkirina pirsgirêka girtina navendên xwe ji Herêma Kurdistanê  bêhêvî bû dixwaza bi rêya Bexda rêyên qanûnî bi kar bîne. Ji bo vê mebestî îro serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê kir û raporek pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir.

Ji Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê şandeyekê serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kir. Bi parlamenterên Iraqê Yusra Receb, Serkewt Şemsedîn û Behar Mehmûd re hevdîtin pêk anî.

Şandeya Tevgera Azadî têkildarî girtina baregehên xwe raporek pêşkêşî endamên Parlamentoya Iraqê kirin.

Piştî hevdîtinê Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed daxuyanî da û got; “Li Iraqê em tevgerekî fermîne û fermiyeta me heye. Hêviya me nemaye ku bikarîn li Herêma Kurdistanê di warê qanûnî de û bi rêya dadgehan kar li ser girtina navendên xwe bikin. Lewma hewl didin ku bi rêya parlamentoya Iraqê û dadgehên Iraqê çareser bikin.”

‘Biryar azadiyan sînordar dike’

Bêrîvan Mihemed eşkere kir ku wê bi rêya Iraqê rêyên pêwîst bi kar bînin û wiha domand; “Emê li qada navneteweyî lî li ser mijarê rawestin. Ji ber ku ev êrîşane li Herêma Kurdistanê ji bo sînordarkirina azadiyê ye. Herwiha ji bo destwerdana dewletên dagirker rêxweş dike.”

‘Biryar siyasî ye’

Piştre parlamentera Tevgera Goran ya Iraqê Behar Mehmûd axivî û diyar kir ku biryara girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê siyasî ye û wiha destnîşan kir; “Ti pîvanên qanûnî yên vê biryarê nîne. Ji ber ku di warê qanûnî de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji hikûmeta navendî fermiyet girtiye. Ev fermiyet rê dide li seranserî Iraqê kar bike. Herwiha ji bo li Herêma Kurdistanê fermiyetê bigire karên pêwîst kiriye, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ku sedemê eşkere bike fermiyet nedayê.”

Behar Mehmûd diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê tişta ku ji wan were wê  li ser asta Iraqê di warê qanûnî de bikin û got ku wê ev yek ji bo partiyên din ên mûxalefet bibe binpêkirin xerab.