Konferansa 3’yemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li kantona Cizîrê bi dirûşma “Bi vejîna ciwanan xwe rêxistin bikin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin” bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferans li ser asta kantona Cizîrê li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar ket.

Di konferansê de hezar nûnerên tevgerên ciwanan ji seranserî bajar û navçeyên kantona Cizîrê beşdar bûn.

Di serî de rêveberê meclisa bajarê Hesekê Şiyar Efrîn lidarxistina konferansa 3’yemîn a tevgerê pîroz kir û got:

“Di vê şoreşê de rola ciwanan a herî girîng e.”

Şiyar bal kişand ser rola siyasî ya ciwanan û jinan di şoreşê de û got:

“Pêwîst e ciwan asta têkoşînê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bikin.”

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasiro ve hatin xwendin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Şems Hesekê rapora salê ya tevgerê xwend.

Piştre sînevîzyonek li ser tevgerê hat pêşandan û deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin, rapora salê nîqaş kir û nirxandin.

Di dawiya konferansê de encamname hat diyarkirin:

Em heta azadkirina Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ranewestînin.

Fikrên Rêbertî ji bo zanîn, zanist, pêşxistina kesayetan û guhartina civakê bingeh in.

Ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan dê semîner, konferans, panel û komcivîn werin lidarxistin.