Namzeta DEM Parti ya hevşardariya Curnê Reş Garîp Yeşîl, destnîşan kir ku şeva hilbijartinê, namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik, bi komeke 50 kesî re, Navenda Ciwanên AKPê û derdora wê şewitandin û hilbijartin proveqe kirin.

Gel daket kolanan û xwedî li îradeya xwe derket. lê YSKe biryara ji nû de hilbijartinê da. Hibijartin jî wê di 2ê Hezîranê de ji nû ve bê kirin.

Garîp Yeşîl got; Em weke partî xebatên xwe bi gel re, bi jin û ciwanan re didine meşandin. Em dixwazin ewrên reş yên li ser navçeyê rakin.

Di 78’an de feodalîzm derketibû asta herî jor. Gel bi pêşengiya sê hevalên jin şaredarî girtibûn. Em îro wê mîrateyê bi hezaran re dimeşînin. Hewldana me jî ew e ku em xwedî li vê mîrateya dîrokî derkevin.

Garîpî daznîn ku, Curnê Reş di dîroka partiyê de xwedî cîhekî girîng e û got; Piştî 45 salan gel car din li îradeya xwe xwedî derket. Şaredairya AKPê, ji gel re, ji navçeyê re tu xizmet nekirine. Bi taybet jî di alî jinan de tiştek nekirine. Gel jî dizane ku çareserî bi DEM Partiyê pêkan e.

Bila gumana kesî nebe, em ê di hilbijartinên 2ê Hezîranê de jî biserbikevin. Em ê projeyên xwe bikin pratikê. Em ê ji bo jinan derfetên kar, koperatîfan, qursan, bazarên jinan ava bikin.

Ji bo kalên me, ciwanên me projeyên me hene. Em ê bi hemû derfetên xwe cihên kar avabikin û rê li ber koça ciwanan bigirin.

Garip Yeşîl, bang li gel kir roja dengdanê biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.