Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman bal kişand ser tecrîda giran a ji sala 1999’an ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê meşandin û got, “Dema ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibe hêvî û aramî diafire.”

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayên çêkirin. Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji ANF’ê re nirxand. Saman da zanîn gava li gel Birêz Ocalan hevdîtin pêk dihatin li Tirkiyeyê rêyên demokratîk vebûbûn û bangawaziyên Birêz Ocalan ên ji bo rawestandina şer û pêşniyarên wî ji aliyê raya giştî ve bi erênî hatibûn pêşwazîkirin. 

‘TECRÎD PÊKANÎNA KEYFÎ YE’

Saman anî ziman ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ji sala 1999’an û vir bi rêbazên cuda didome û da zanîn ku mafê hevdîtinê yê Birêz Ocalan ê bi malbat, parêzer û bi rêya telefonê tên binpêkirin û wiha axivî: “Bi salan e ku binpêkirina mafan ya li Îmraliyê rojeva sereke ye. Tecrîd pêkanîneke kêfî ye, bêyî ku tiştekî hiqûqî hebe binpêkirina mafan didome. Di peymanên navdewletî de yên ku îmzeya Tirkiyeyê jî li biniye, hatiye diyarkirin ku girtî dikarin dem bi dem bi parêzerên xwe, bi malbatên xwe re hevdîtinê çê bikin. Diviya ku Birêz Ocalan vî mafî bi kar bîne, lê belê bi tecrîdeke giran re rû bi rû dimîne. Ev binpêkirineke mafan a giran e.” 

‘TIRKIYE HIQÛQA HUNDIR Û NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’
 
Saman destnîşan kir ku dem bi dem li gorî derfetên siyasî hevdîtin pêk tên û wiha pê de çû: “Bi saya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê demek hevdîtîn li gel Birêz Ocalan çêbûn. Ji xwe daxwaza sereke ya çalakgeran jî ew bû ku dewlet li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Dewlet li gorî berjewendiyên xwe carna hevdîtinê pêk tîne û carna jî tecrîdê kûr dike. Kî dibe bila bibe divê Tirkiye hiqûqa hundir û navneteweyî binpê neke. Mixabin li Tirkiyeyê li gorî rewşa siyasî û bûyerên li herêmê ev rewş diguhere. Her wiha ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve hevdîtin bi Birêz Ocalan re nayên çêkirin û li ser Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê tecrîd tê meşandin. Weke ÎHD ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafan ya li Îmraliyê gelek caran em serlêdan dikin, li gel hemû serlêdanan jî bê bersiv dimîne. Têkildarî Îmraliyê çend caran me rapor aşkera kirin. Binpêkirinên mafan yên li Îmraliyê berî 16 salan çawan bû niha bi awayek giran berdewam dike û di gelek cihan de sînor hatiye derbazkirin.”

‘CPT ROLA XWE NALÎZE ‘
 
Saman destnîşan kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rola xwe li Tirkiyeyê nalîze û wiha dom kir: “Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî û sererastkirinên di hiqûqa Tirkiyeyê de bi temamî tecrîd qedexe kirine. Berî grevên birçîbûnê biqedin bi çend rojan Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) çû Îmraliyê û di wê demê de Wezareta Dadê jî daxuyand ku qedexeya li ber hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hatiye rakirin. Em li benda rapora CPT’yê ya derbarê Îmraliyê de ne. Em dikarin bêjin ku CPT, di warê amadekirina raporê û helwesta xwe de lawaze û rola xwe bi cih nayne. Bi vê helwestê CPT zagonên xwe bi xwe binpê dike. Bi CPT re gelek caran bi awayê nivîskî me têkilî bi hevre danî, lê mixabin heta îro tu guhertin çênebû.”

‘HEVDÎTIN ARAMÎ Û HÊVIYÊ DEDE GELÊN TIRKIYÊ’

Saman bilêv kir ku divê dest ji şidetê bê berdan û qenalên demokratîk têkevin dewrê û nirxên hiqûqî yên gerdûnî bên parastin û wiha got: “Divê biryara qedexekirinê ji holê bê rakirin. Gava li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin li Tirkiyeyê rêyên demokratîk vebûbûn û bangawaziyên Birêz Ocalan ên ji bo rawestandina şer û pevçûnan û pêşniyarên wî ji aliyê raya giştî ve bi erênî hatibûn pêşwazîkirin. Dema hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibin bi raya giştî ya Tirkiyeyê re hêvî û aramî çêdibe. Gava hevdîtin bi Ocalan re nayên çêkirin, ji polîtîkayên şerî dikevin dewrê.”