Yek ji Ermenê Hesekê Hovsep Sarkîs got dewleta Tirk mîna li Ermeniyna kirî dixwaze qira gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî bîne û got,’Divê welatên cîhanê ji şaşiya xwe vegere, vê komkujiyê rawestîne.”

Yek ji Ermenê Hesekê Hovsep Sarkîs, endamê HPC (Hêzên Xweparatinê) ye û li aliyekî jî bi dikana ku dişixulîne debara malbata xwe dike. Sarkisyan bi şev berevaniyê li taxê dike û sibehan jî bi alîkariya wan sivîlan ve diçe ku ji Serêkaniyê ji ber komkujiyê bêgav man ku şûnwarê xwe berdin. Mîna hemû gelên Bakur-Rohjhilatê Sûriyê ew jî bihêrs e. Lê êşa wî ji hêrsa wî zêdetir e. Sarkî dibêje, ”Tirkiye dixwaza cara 2’yan me tehcîr bike, dixwaze dîsa qira me bîne.”

Hovsep Sarkîs dibêje ev 8 sal in gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dest dane hev, birînên hev pêçane û jiyaneke hevpar danîn,  Tirkiye dixwaze vê ji holê rake û dîsa gelan bi hev bide qirkirin.

‘DIXWAZIN CARA DUYEMÎN ME TEHCÎR BIKIN’

Hovsep Sarkîs bal kişandine Qirbûna Ermenan a 1915’an a bi destê Osmaniyan û got, ”Dema qirkirina 1915’an ji bo ku em xwe xilas bikin em ji Tirkiyê hatin Sûriyê. Wê demê Tirkiyê 1,5 milyon Ermen kuşt, dest li ser malê wa danî. Niha jî wiha dibe. Wê demê me xwe xilas kir, em bûne xwedî mal û xanî, em bi cih bûne û bûn xwedî jiyanekê. Niha dixwazin ku careke dî jî qira me bînin.”

Sarkîs got dewelta Tirk mîna beriya bi sedsalê zarok û jinan dikuje û domand, ”Ziyanê didin jinan, malan, hêlînan. Weke sedsala bihurî ye. Ev qirkirina duyemîn e. Ev şerekî çawa ye? Di vî şerî de êrîş dibine ser malÊn ku tê de leşker nînin. Mirovan dikujin.”

‘ME JJIYANA HEVPAR DANÎ’

Sarkîs got dewleta Tirk beriya bi sed salê gel li hev kirin dijmin û Ermen qir kirin û got, ”Me gelan a xwe kiriye yek. Ev 8 sal in me dest daye hev. Me hij hev kir, me hev fêhm kir û me jiyanek bi hev re ava kir. Em jê razî bûn ku QSD berevanî li me dikir. Hêza me ya esîl QSD ye. Em naxwazin ku ew li vir bin. Em dixwazin li ser xaka xwe li gel Ereb, Kurd û Suryanan bijîn. Lê niha Tirkiye dixwaze vê tine bike.

Dewleta Tirk çeteyên xwe yên hov bi ser me de şandin. Ew û çeteyên xwe bi hev re êrîşê tînin. Bila ji xaka me derkevin. Em Tirkiyê nas dikin. Em li ser serê xwe alaya Tirk naxwazin. Em naxwazin ji hêla Tirkiyê ve werin rêvebirin. Li cihê ku dewleta Tirk hebe aramî nabe. Bi teqezî gelan li hev dike dijjmin. Niha hem dixwaze Ereb, Kurd, Ermen û Suryanan qetil bike û hem jî dixwaze me bi hev bide qirkirin mîna beriya bi sed salê.”


‘EM DIXWAZIN BI GELÊN SÛRIYÊ RE BI AŞTÎ BIJÎN’

Sarkîs got Emerîkiyan gel bi komkujiyên dewleta Tirk re hiştine û got, ”Emerîkî li van deran bûn. Em alîkarî da wan. Em hiştin û çûn. Em êdî biyaniyan naxwazin. Em dixwazin Sûriye demokratîk bibe. Em Kurd, Ereb, Ermen, Sûyan bi mirovên vê xakê re dixwazin bi aştî bijîn. Em biyaniyan naxwazin, em tenê mafên nasnameya xwe dixwazin.”

Sarkîs her wiha got ew ê berevaniyê li taxa xwe, gelê xwe, Ermenan bike û got, ”Ez bang li welatên mezin gelên Sûriyê yên li van wan dikim. Bila me ji êrîşên Tirkiyê xilas bikin.”

Sarkîs her wiha bang li Emerîka, Rûsya, welatên Ereb û Ermenîstanê kir ku êrîşên Tirkan bidin rawestandin.