Nûnerekî Sefaretxaneya Filistînê ya Iraqê Fuad Mustefa di Kongreya ‘Ber bi diyaloga serketî ya Erebî-Kurdî’ de xwest, ku gel li dijî welatên dagirker ên li Rojhilata Navîn yek bin.

Roja Şemiyê ya hefteya bihorî li bajarê Bexdayê bi tevlêbûna 110 kesayetên cuda ji tevahiya Iraqê Kongreya ‘Ber bi diyaloga serketî ya Erebî-Kurdî’ li ser bingeha jiyana bi hev re ya gelan û civaka demokratîk hate lidarxistin.

Kongre bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk û bi tevkariya Komeleya Azadî ji bo Kurdên Feylî li Iraqê, Dezgeha Stander, Rêxistina Mafê Mirov a Zarokê Şengal û Komeleya Dostaniya Kurd li Parlamenta Ewropayê hate lidarxistin. Di kongreyên de gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên siyasî û civakî ji tevahî navçeyên Iraq û herêma Kurdistanê yên Ereb, Kurd û hemû pêkhateyên neteweyî û baweriyên cuda jî weke mêvan tevlê kongreyê bûn.

Yek ji wan kesên ku tevlî kongreyê bû Şêwirmendê Ragihandina Sefaretxaneya Filistînê ya li Iraqê Fuad Mistefa bû ku di heman demê de di kongreyê de temsîla sefaretxaneya Filistînê dikir.

‘EV KONGRE DIBE BINGEHEK JI BO AŞTIYA LI NAVÇEYÊ’

Fuad Mistefa têkildarê kongreyê ji ANF’ê re axivî û got, “Kongreyên bi vî rengî girîngin û têkiliya her du gelên Kurd û Ereb nêzîk û kurtir dike. Gelên herî nêzîkê hevdu gelên Kurd û Ereb in. kongreyên bi vî awayî dibin sedema bi hêzbûna biratiya di navbera Kurd û Ereb û her wiha dibe rêya çareseriyê ji tevahî alozî û pirsgirêkên ne famkirina hevdu ya di navbera her du neteweyan de. Dîsa dibe bingehek ji bo aştiya li navçeyê û bi rêya kongreyên wiha berjevendî û mafên neteweyan tên diyarkirin.”

‘TIRKIYEYÊ GELÊN NAVÇEYÊ JI BO DAGIRKERIYA XWE PARÇE KIRIYE’

Mistefa bal kişande ser hewldanên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina herêmê û derxistina nakokî di navbera gelên Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “400 sal beriya niha Tirkiye di bin navê ferzkirina desthilatiya xwe li ser herêmê, plana dabeşkirina gelan û lewazkirina parastina herêmê daniye bi taybetî ji bo ku desthilatiya xwe li ser welatên navçeyê yên di aliyê çavkaniya enerjî û xwezayê de dewlemendin ferz bike. Ew hewldanane ji bo dagirkirina welatên navçeyê bûye sedema derketina rewşeke xirab a navxweyî ya li welatên Ereb û Rojhilata Navîn.”

‘DAGIRKERAN HEWLDANE GELÊN NAVÇEYÊ LI DIJÎ HEVDU BIDIN ŞERKIRIN’

Şêwirmendê Filistînî Fuad Mistefa di dawiyê îşaret bi rêyên pêkanîna aştiyê ya li navçeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Di serdema Peymana Sayks Pîko de welatên dagirker hewldane ku gelên navçeyê li dijî hevdu bidin şerkirin da ku welatên dagirker bikaribin talankirina dewlemendiyên welatên navçeyê bidomînin. Netewên navçeyê bi hezaran salin ku bi hevre dijîn, lewre pêwîste bi rêya diyaloga aştiyê û gotûbêjê hemû şerên navçeyê bên bi dawî kirin.”