Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê girîng e û got, “Tirkiye neçar e li gorî biryara DMME’yê tevbigere.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) di civîna xwe ya navbera 30’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de, têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan biryara ‘mafê hêviyê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nirxand. DMME’yê di biryara xwe ya sala 2014’an de ku weke ‘Ocalan-2’ jî tê naskirin, hikum dabû ku dewamkirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bi rengê heta dawiya temen, li dijî qedexeya êşkenceyê ye û xwestibû ku di vê mijarê de guhertinên qanûnî bêne kirin. Komîteya Wezîran jî di civîna xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku di mijara biryara ‘mafê hêviyê’ ya DMME’yê de gavên bi çi rengî avêtiye û bang kir ku biryar tavilê bi cih bê anîn.

Serokwekîla Koma HDP’ê û Parlamentera Sêrtê hiqûqnas Meral Daniş Beştaş ev encam ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir ku biryara Komîteya Wezîran ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê serdemeke gelekî girîng e. Beştaş bi bîr xist ku Tirkiye hem aliyekî Konseya Ewropayê ye hem jî aliyê DMME’yê ye û got, “Tirkiye li gorî xala 90’î ya Destûra Bingehîn neçar e li gorî biryara DMME’yê tevbigere. Destûra Bingehîn rêyeke din ji desthilatdariya li Tirkiyeyê re nahêle. Desthilatdarî niha tenê mijûl dike, helwesteke siyasî ya bi demê re dihêle, nîşan dide. Eger dest ji vê helwesta xwe bernede û biryarê bi cih nîne pêvajoya ku Tirkiyeyê ji endametiya Konseya Ewropayê diavêje dikare destpê bike.”

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÊŞKENCEYA BÊNAVBER E’

Beştaş bal kişand ser girankirina tecrîda li Îmraliyê ku di vê demê de dewam dike û destnîşan kir ku tecrîd bi ti awayî sparteyeke xwe nîne. Beştaş got, “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din, êşkenceyeke bênavber e. Ji ber ku ev tecrîd bi rêk û pêk bi cih tê anîn û bênavber dewam dike, rewş hîn tirsnak e. Ti pêwendiya vê kiryarê bi hiqûqê re nîne. Bi temamî siyasî ye.”

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku qedexeya dawî ya li ser hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hatiye danîn nayê qebûlkirin û diyar kir ku hevdîtin bi rengekî rêk û pêk û kêfî têne astengkirin, lewma biryara li ser danîna qedexeya hevdîtinê dûrî ji aqil e. Beştaş destnîşan kir ku qedexeya hevdîtinê ji bo rewakirina tecrîdê ye û got, “Lê belê tabloyeke ku bê rewakirin li holê nîne.”

‘DIVÊ ROJA KU AZAD BIBIN ZANIBIN’

Beştaş ragihand ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê bidawîkirin û ji bo biryara ‘mafê hêviyê’ ya DMME’yê jî di hiqûqa hundirîn de guhertin bêne kirin. Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku Abdullah Ocalan û girtiyên bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatine mehkûmkirin di çarçoveya vê biryarê de rola ku wê azad bibin teqez zanibin.

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku HDP heta dawiyê wê şopdarê vê pêvajoyê be û diyar kir ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hem bi hiqûqa navxweyî hem jî bi mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî bi mijarê re eleqedar in, lê lingê meseleyê yê li Meclîsê weke partî ew ê bişopînin û ji bo pêkhatina guhertinên pêwîst wê kar bikin.