TJK-E: Her sê rojbûnên Rêber Apo, di heman demê de rojbûna jinê ne. Jina ku weke xeleka herî qels dihate dîtin, gihîşte asta pêşengiyê.”

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, “Bi saya Rêber Apo, gelê Kurd gişahtiye asteke wisa ya têkoşîna azadiyê ku ti gel negihaştinê.”

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye:

“4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me ku tê wateya rojbûna jiyana azad, di serî de li Rêber Apo, li gelê me, li jinan û li mirovahiyê pîroz be. Em bi hestên herî kûr û bi wate vê rojê ku ji jinan re, ji gelê Kurd re, ji gelên Rojhillata Navîn re hêvî, giyana azadiyê ya nû afirand, bi vê wateyê bûyî destpêka civaka dîrokî, pîroz dikin.

Ev rojbûna ku li gundê Amara pek hat, bû navê vejîna gelê Kurd û Rojhilata Navîn. 

Bi saya Rêber Apo gelê Kurd, gişahtiye asteke wisa ya têkoşîna azadiyê ku ti gel negihaştinê. Bi têkoşîna bê navber a Rêberê me afirandî, ji 7 heta 70’î di nava her kesî de feraseta azadiyê derkete holê û bû şêweyeke jiyanê.

Rêber Apo diyar kir, ku di nava jiyanê de sê rojbûnên wî pêk hatine; ya yekemîn rojbûna wî ya ji dayika Ûweyş e. Ya duyemîn; pêkanîna vejîna gelê Kurd a ji xewa mirinê û li Kurdistanê pêşketina feraseta sosyalîzmê. Ya sêyemîn; jî bi paradîgmayeke nû modernîteya demokratîk diyarî mirovahiyê kiriye.

JINÊN KURD WEKE ROJÊ DIBIRIQIN, ŞEWQÊ DIDIN CÎHANÊ

Her sê rojbûnên Rêber Apo, di heman demê de rojbûnên jinê ne. Rêber Apo, azadiya jinê ku xeleka herî lawaz dihat dîtin, pêş xistiye. Heke ev nirx, pê bawerî û ked nebûya, wê ev pêşketin ji bo me tenê weke xeyalekê bima.

Ev nêzî 5 sal in em ji Rêberê xwe ti agahî nagirin. Ev rewş, me jinan û gelê Kurd dixe nav fikarên mezin. Ev tecrîda li ser Rêbertiya me ya bê hiqûq û dij mirovahiyê, tecrîda li ser hemû mirovahiyê ye.

ÇALAKIYA LEYLAYÊ ROJ BI ROJ XURT DIBE

Lewma ev konsepta nû ya berdewama komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku bi piştigiriya hêzên navneteweyî dewleta dagirker a Tirk pêk anî, bi pêşengiya hevrê Leyla Guvênê bi armanca vala derxistina vê konseptê, bi dirûşmeya ’em tecrîdê bişîkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ pêş ketiye û ev berxwedan roj bi roj berbelav dibe. Ev berxwedana bi pêşengiya jina Kurd li dora Rêbertî dest pê kir, roj bi roj mezin dibe. Weke pêvajoya berxwedanê ya sala 1999’an a ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ kevneşopiyeke berxwedanê derketiye holê û bi biryardarî bi çalakiyên fedaî yên Umît Acar, Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Medya, Ayten, Zehra Saglam, Yonca Yakici û Sîraç Yuksek didome.

Berxwedan bi şehîdan mezin dibe. Gelê Kurd êdî çalakiyên rakirina tecrîdê kêm dibîne, dixwaze bi Rêbertiya xwe re bi azad bijî.

Ji bo ku em bi hebûn, têkoşîn û destketiyên xwe deyndarê Rêberê xwe ne; em esareta Rêbertê xwe weke esareta xwe dibînin. Ji ber wê jî 4’ê Nîsanê, roja vejîn û şînbûna jiyanê ye. Em 4’ê Nîsanê bi coşa 8’ê Adar û Newrozê pîroz dikin û dibêjin, heta em tecrîdê bişkînin û azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin bang li her kesî dikin ku li dora Rêbertî bicivin û berxwedanê mezin bikin.”