Tevgera Jinên Kurd a Ewropa -TJK-E û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa -KCDK-E, bi daxuyaniyeke hevpar bombardûmana dewleta Tirk a li ser sivîlên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

TJK-E û KCDK-E, bang li Kurdistaniyên li derveyî welat kirin ku dakevin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin.

Saziyan got; Dewleta Tirk di şerê qirêj û taybet ên ji bo qirkirina gelê Kurd de israr dike. Divê gelê Kurd, bi taybetî yên li derveyî welat, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, rabe ser xwe, erkên xwe yên wijdanî û exlaqî pêk bînin.

TJK-E û KCDK-E bang li gelê Kurd û dostên wan kirin da ku li dijî van êrişên qirkirinê demildest bikevin nava liv û tevgerê, êrişên qetlîamkar ên dewleta Tirk a mêtînger li raya giştî teşhîr bikin, Divê li Ewropa, Kanada û Awûstralya bi daketina kolanan ev êriş werin şermezarkirin.